Rejîma Îranê kolberek birîndar kir 2023-02-27 15:12:43 WAN - Hêzên ewlekariyê yên Îranê li ser sînor gule li kolberan reşandin û di encama êrişê de kolberek bi giranî birîndar bû.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku hêzên girêdayî Lîwaya Sînor a Nausud a Îranê li ser sînor gule li kolberan reşandin. Têkildarî êrişê dîmen hatin parvekirin. Hengawê da zanîn ku di encama êrişê de kolberê 25 salî yê bi navê Fardîn Rostemnejad birîndar bû. Hat ragihandin ku Rostemnejad niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û rewşa wî krîtîk e.