Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin 2023-02-27 15:06:43   EDENE - Li Edeneyê ji ber ku xesareke mezin gihiştiyê, dê mînareyên 150 mizgeftan bên hilweşandin.    Li Edeneyê ji ber erdhejên Mereşê xesareke mezin gihişt gelek avahiyan. Tîmên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yên Bajar li ser hezar û 474 mizgeftan lêkolîn kirin. Rayedaran, tespît kirin ku xesareke mezin gihiştiye mînareyên 150 mizgeftan. Tîman, li derdora mizgeftan tevdîrên ewlehiyê girtin û ev hefteyeke xebatên hilweşandina mînareyan dane destpêkirin. Hat tespîtkirin ku xesar gihiştiye mînareyên Mizgefta Mehmet Nûrî Sabuncu jî ku 67 sal berê hatiye avakirin. Lewma mizgeft hatiye girtin.