Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê 2023-02-27 14:02:21   ENQERE - Serokê Komeleya AHBAP’ê Halûk Levent, ragihand ku Kizilayê xurek jî firotiye wan.    Serokê Komeleya AHBAP’ê bû mevanê bernameya Bi Îlker Karagoz re Çalar Saat a Fox Tv’yê. Levent ê pirsên têkildarî konên ku Kizilayê firotina komeleya wan bersivandin, ragihand ku Kizilayê xurek jî firotine wan.    ‘ME JI KIZILAYÊ 2 HEZAR Û 50 KON KIRÎN’    Levent têkildarî konan wiha axivî: “Me ji konên ku me kirîn 2050 ji Kizilayê kirin. Me roja duyemîn kon nedîtin. Em bi çend hevalên xwe re bi şev derdikevin. Min wê demê kon nedîtin, kon tune ne. Hevalan li ser malperên înternetê dîtine ku Kizilay konan difiroşe, Odeya dermansazan jî kirî ye. Ev ji bo ku îxracatê hatine çêkirin ji bo şert û mercên navneteweyî guncav in. Tê zanîn ku Kizilay konan difiroşe. Lê wê kêliyê ez vê qet nafikirim, mirov diqerisin. Ez nefikirîm ku Kizilay e an. Me bi 19 hezaran kirîn konên Kizilayê yên bi 20 hezaran. Ji bilî KDV û barkêşiyê.”   ‘DIVÊ QANÛNÊN NÛ BÊN ÇÊKIRIN’    Li ser gotina Karagoz a “Qet nebe bila KDV nebûya” Levent wiha got: “Di nava saziyên dewletê de ev nabe. Me ji Fransayê balafir kirî, min ji bo stopajê 200 Euro dan dewletê. Divê têkildarî van qanûneke nû bê çêkirin.”   Li ser pirsa Karagoz a “Kizilayê xurek firote we?” Levent ev bersiv da: “Me xurek kirî.”