Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir 2023-02-27 13:03:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek biçek û bêmirov nêzî gundê Behrava yê Şengalê wesayîtek bombe kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.    Li gorî nûçeya Rojnewsê Balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) nêzî gundê Behrava yê Şengalê wesayîtek bombe kir. Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine di encama bombebaranê de 3 kesên di wesayîtê de birîndar bûne û sewqî nexweşxaneyên derdorê hatine kirin.