Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike 2023-02-27 12:18:52   MEREŞ - Welatiyê bi navê Haci Mollaoglû hewl dide alavên xwe yên di bin kavilên kargeha xwe ya li Mereşê de mane derxîne û li mexdûrên erdhejê belav bike.    Xebatên rakirina kavilan ên ki Mereşê berdewam in. Di vê navberê de esnaf jî hewl didin tiştên xwe yên binirx ên di bin kavilan de mane derxînin. Ji zêringir heta dikandarên telefonan, her kes li pey derxistina alavên xwe ye. Hinek esnaf jî ji ber ku tiştekî êdî xelas bikin nema ye, hewl didin alavên xwe yên li kargehan bûne xurde bifiroşin. Yek ji esnafên ku kargeha wî ya cilan hebû û hilweşiyayî jî Haci Mollaoglû ye. Mollaoglû hewl dide tiştên xwe derxîne, qismekê alavên xwe bo xwe û yên din jî li mexdûrên erdhejê belav dike.    Kargeha Mollaoglû di Apartmana Bellî de ye ku li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ye. Mollaoglû bi kemçeyê hewl dide bi alîkariya hevalên xwe, alavên xwe derxîne. Mollaoglû wiha dibêje: “Me canê xwe xelas kir û niha jî ketine ber derdê malê xwe. Ji sedî 50’î tiştên em derdixînin li mexdûrên erdhejê belav dikin. Çend roj berê me hinek belav kirin. Heke em bikarin dê yên din jî derxînin.”