Li Hesekê teqîn çêbû 2023-02-27 12:08:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Kelasê ya Hesekê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Di encama teqînê de jinek birîndar bû.    Li nêzî Dibistana Refîde El Eslemiye ya li Taxa Kelasê ya Hesekê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di encama teqînê de jina bi navê Emîne Xelîl Derwêş (70) birîndar bû.