Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye 2023-02-27 11:34:49   ENQERE - Kovara Lemanê di berga xwe de cih da firotina konan a Kizilayê û Kizilay di bin kavilan de hate xêzkirin.    Kovara Lemanê, di berga xwe de cih da firotina konan a Kizilayê ya ji AHBAP’ê re. Kovara ku ji hesaba xwe ya twîtterê karîkatura bergê xwe parve kir wiha got: “Di demeke ku mirov ji ber konan dinaliyan KIZILAY şûna ku konan bê pere ji mexdûrên erdhejê re belav bike di roja erdhejê ya sêyemîn de bi bihayê 46 Milyon lîreyan firotiye AHBAP’ê!” Di karîkaturê de xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê pirsa “Di bin kavilan de kes heye?” dipirsin. Bi bersiva “Em hene Kizilay” Kizilay di bin kavilan de hate xêzkirin.