'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’ 2023-02-27 11:22:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Şamê nahêle alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê yên Sûriyeyê re tên şandin derbasî herêmê bibin.    Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de li Sûriyeyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji herêmên erdhejê zêdetirî 3 hezar û 666 kes koçî Herêma Şehbayê bûn. Lê belê hikûmeta Şamê nahêle ku alîkariyên însanî derbasî kantonê bibin.    ŞAM DESTÛRÊ NADE   Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û da zanîn ku hikûmeta Şamê ambargoyeke giran daniye ser herêmê. El Hisên wiha domand: “Alîkarî û alavên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo herêmê dişîne, li noqteyên kontrolê tên sekinandin û destûr nadin derbas bibin. Hikûmeta Şamê li van noqteyan dest danîn ser 60 tankerên sotemeniyê û wisa destûr dan ku 100 tanker derbasî herêmê bibin. Ji bo mexdûrên erdhejê li Kampa Serdemê û Helebê 300 kon hatin vedan.”    PERWERDE DI BIN KONAN DE DIDOME   Hisên wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser hewl dide pêdiviyên gel pêşwazî bike. Me gelek konên di depoyên xwe de li gel belav kirin. Lê hejmar kêm bû. Bi qasî ji dest tê em hewl didin barê wan sivik bikin. Şaredariya Gel, hewl dide alavên înşaetê bide welatiyên ku ji ber erdhejê xesar gihiştiyê malên wan. Rêveberiya Xweser ji bo domandina perwerdeya li dibistanên xesar gihiştiyê, 50 kon vegirtine. Divê rêxistinên navneteweyî hîn bêhtir alîkariyê bidin herêmê. Banga me li hikûmeta Şamê jî ew e ku bihêle alîkarî derbasî herêmê bibin.”