Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê 2023-02-27 09:00:20   COLEMÊRG/ÇEWLIG - Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetan a Çewligê Emre Bûlşû li ser erdheja Çewligê ku qala muhtemeliya wê tê kirin axivî û diyar kir ku divê ji sedî 25’ê avahiyên nesaxlem werin nûkirin û Nûnerê heman odeyê yê Geverê Serhat Kotlûk jî bal kişand ser Bendava Dîlîmlî.    Erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 navenda wê Mereş bû çêbûn, bandora xwe li ser 11 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî heta niha ji 44 hezar kesan zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane.    Piştî van erdhejan tê gotin ku bandor li xetên fayê yên din jî hatiye kirin û nîqaşa ku dibe xetên fayê yên Çewlig, Colemêrg û Stenbol, Edene jî bişikîn tê kirin. Tê gotin ku wê ev bajêr navenda erdhejên muhtemeliya wê tê kirin bin.    ‘DIVÊ JI NIHA VE TEVDÎR BÊN GIRTIN’    Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê yê Geverê Serhat Kotlûk erdhejek muhtemel ku tê gotin dê li Colemêrgê çêbibe û ji bo tevdîrên divê bên girtin nirxand. Kotlûk da zanîn ku deşt bi awayek bêserûber ji îmarê re hatine vekirin û ji ber ku avahiyên bêkontrol zêde bûne heke erdhejek li Colemêrgê çêbibe dê rê li ber xesarek can û malê xelkê veke û ji ber vê yekê hişyarî da rayedar û xelkê. Kotlûk anî ziman ku ji ber erdhejên herêmî şikestin, derz û hezaz çêbûne û li gel vê yekê jî li vê herêmê avahî zêde tên çêkirin û dê ev yek xesara erdhejê zêdetir bike.    ‘HEKE RÊ WERE GIRTIN DÊ KRÎZEK MEZIN ÇÊBIBE’    Kotlûk diyar kir ku ji bo kêmkirina ziyana can û malê xelkê divê tevdîr bên girtin û beriya her tiştî maseya krîzê ji niha vê bê avakirin. Kotlûk da zanîn ku divê zêdekirina qatan bê rakirin û destûr neyê dayîn û biryara vê yekê jî endeyzar bidin. Kotlûk anî ziman ku divê ji niha vê li herêma Colemêrgê dest bi lêkolîna ku xetên vayê lê derbas dibin bê kirin û li wan deveran tevdîr bên girtin. Kotlûk destnîşan kir ku saziyên dewletê yên li bajêr bikevin tevgerê agahdariya erdhejê bikin û li her deverê binesaziya ceyran, telekomunîkasyonê bikin û xetereya vê ji hol^erakirin. Kotlûk anî ziman ku ji kontrola avahiyan bigire heta tîmên hawarê û tenduristiyê û her tişta pêwîst ji bo erdhejekê bên amadekirin û divê kelûpelên krîtîk ên ji bo erdhejê bên stokkirin. Kotlûk bal kişand ser erdhejek muhtemel ku pêk were dê tekane rêya heyî ya Geverê qut bibe û dê pirsgirêka çûnehatê çêbibe û wê rê li ber krîzên mezin veke û got: “Pêwîste ev yek neyê piştguhkirin. Xetereya Bendeva Dîlîmlî ji bo navçeyê heye. Lazim e Bendeva Dîlîmlî kontrolek bi hesasiyet bê kirin û divê demildest lêkolînek li serê bê kirin. Nexwê heke neyê kirin dê di felaketek muhtemel de ji bo Geverê rê li ber metirsiyek mezin beke. Divê her sazî berpirsyariya xwe bicih bîne û li gorî wezîfeya xwe tevger bike û lazime amadekarî hebin.”    ‘JI SEDÎ 25’Ê AVAHIYÊN BAJÊR BERIYA 2003’YAN HATINE ÇÊKIRIN’    Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê yê Çewligê Emre Bûlşû jî bi bîr xist ku ev erdheja ku behsa muhtemeliya wê tê kirin dê tesîra xwe li ser bajarên wek Dêrsim, Xarpêt, Erzirom, Erzîngan, Mûş, Amed û Bedlîsê bike. Bûlşû da zanîn ku avahiyên heyî yên li Çewligê ji sedî 25’ê wê beriya sala 2003’yan hatine çêkirin û wiha got: “Avahiyên ku beriya 2003’yan hatine çêkirin, kategoriya xetereyê de cih digirin. Sedemê vê yekê jî ew e ku kalîteya betonê ye. Li ser hin gelek avahiyên hatine hilweşandin li gorî lêkolîna ku hatiye kirin kalîteya betonê sexte ye. Beton û hestinên van avahiyan ne li gorî rêziknameya erdhejê hatine bikaranîn. Di avahiyên beriya 2003’yan de di warê teknîkî de jî gelek kêmasî têde hene û heta mirov dikare bêje ku qet endezyariya van avahiyan nehatiye kirin.”    HIŞYARIYA TEVDÎR Û PLANSAZIYÊ    Bûlşû hişyariya ji bo erdhejek muhtemel da hemû rayedar û saziyan û got: “Heke ji vê saetê şûn ve tevdîr neyên girtin, tespîtên ww dikin dê li şûna xwe bimînin û bibe sedemek karesatek mezin. Divê li Çewligê demildest xebatên amadekariya erdhejek muhtemel bên destpêkirin û her kes di vê mijarê de berpirsiyariyê hilde ser milê xwe. Ji bo bandora erdhejek muhtemel bê asta herî kêm divê plansaziyên girîng bên amadekirin. Pêwîste rewşa xetere ya Çewligê li ber çavan bê girtin. Divê hem xelkê me hem jî sazî û dezgeh bi hestiyarî tevbigerin û çi dikeve ser milê wan bikin.”