AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me 2023-02-26 13:55:58   NAVENDA NÛÇEYAN - AHBAP’ê piştrast kir ku piştî erdhejên Mereşê ji Heyva Sor a Tirk kon kirîne û wiha got: “Me tavilê peymana 2 hezar û 50 konan bi Heyva Sor re mohr kir û serê sibeha roja din ji herêmên erdhejê re şandin.”    Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de zêdetirî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber pratîka di pêvajoya erdhejê de, rexneyên tund li AFAD û Heyva Sor hatin kirin. Derket holê ku di dema erdhejê de Heyva Sor a Tirk bi bihayê 46 milyon TL’an kon firotine AHBAB’ê.    Têkildarî mijarê AHBAP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Bi mebesta pêşwazîkirina pêdiviya gelê me ya bi konan, komeleya me li seranserî welêt bi fîrmayên konan çêdikin re peywendî danîn. Lê ji ber ku erdhejê bandor li 10 bajaran kir û hilweşîneke mezin hebû, tevahiya stokên van fîrmayan nekarîn pêdiviya gel pêşwazî bikin. Di destê wan fîrmayan de kon tune bûn û gotin ku dikarin herî zû hefteyek piştre bişînin.    Li ser vê yekê hevalên me bi Şîrketa Anonîm a Kon û Tekstîlê ya Heyva Sor re hevdîtin kirin. Em hîn bûn ku di destê wan de 2 hezar û 50 kon hene. Me jî peymana xwe îmze kir û rojek piştre di danê sibehê de kon şandin herêmên erdhejê. Dê kon ji 2 herêman bihatina. Li Erzînganê 1232 kon (8 TIR)  hatin ku ew li Semsûr û Mereşê hatin belavkirin û 918 konên ji Enqereyê hatin jî ber bi Hatayê ve hatin şandin. Kon di 10’ê sibatê de hatin barkirin û di heman şevê de hatin belavkirin. Piştre me bi AFAD’ê re peywendî danîn û di mijara belavkirinê de ew agahdar kirin. Ji bo konên dê 5-6 roj piştre bihatina belavkirin jî me sîparîş dan fîrmayan û jê kirîn. Tevahiya hûrgiliyên vê di raporan de hatine qeydkirin. Dê ev rapor bi raya giştî re bê parvekirin.”