Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê? 2023-02-26 10:54:17   HATAY - Navçeya Antakyayê di erdhejên Mereşê de wêran bû. Ji bo rakirina kavilan, li ser Cadeya Kurtuluşê rê hatiye vekirin û şêniyên navçeyê dibêjin ku hêj kesekî xwe negihandiye kolanên teng ên navçeyê.    Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de û di erdhejên Defne û Samandagê yên Hatayê de navçeya Antakya ya Hatayê ji sedî 90 hilweşiya. Ji Taxa Sumerlerê ya Antakyayê heta Taxa Balikçilarê, bi dirêjiya 2 kîlomtetreyan a Cadeya Kurtuluşê kavil tên rakirin, rê hatiye vekirin. Lê belê hêj gelek taxên ku kolanên wan teng hene ku kesekî xwe negihandiyê û kavilên wan nehatine rakirin. Tê gotin ku di bin van kavilan de hêj gelek kes hene.    JI SEDÎ 90 HILWEŞIYA    Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Tahiroglû da zanîn ku tevahiya mal û kargehên li rexên rast û çepê yên Cadeya Kurtuluşê hilweşiyane û wiha balkişand ser rola mitehitan: “Xeletiya mitehitan jî heye. Hat gotin ku ‘ev herêm ji bo veguherîna bajar cihên xetere ne.’ Hinek partiyên siyasî, gel sor kir û ev biryar betal kirin. Gelemperiya taxên biryar ji bo wan hatibû dayîn hilweşiyan. Xelk di bin kavilan de ma. Di erdhejê de deverên dîrokî yên weke Habîb-î Neccar, Mizgefta Ulu û hemamên dîrokî jî hilweşiyan. Yek mizgefta saxlem nema ye. Mînareyên wan hilweşiyan. Gelemperiya dikanên Uzunçarşiyê hilweşiyan. Malên Antakyaya Kevin, gelek avahiyên bitescîl hilweşiyan. Avahiya meclisa kevin û avahiya walîtiyê jî êdî nema dikarin bên bikaranîn.”    'DIVÊ LI KOLANÊN TENG BÊ NIHÊRTIN’    Bi domdarî Tahîroglû ev tişt anî ziman: “Hêj niha jî milet di bin kavilan de ye. Cihên ku makîneyên kar lê derbas dibin nebawerim kesek di bin kavilan de hebe. Lê belê makîneyên kar nikarin bikevin cihên malên kevin û deverên li herêmên Dutdîbî û Affanê ku kolanên wan teng in. Heke tîmên AFAD’ê çavekî li wan deveran bigerînin û bêhna cesedan bê, ev tê wê wateyê ku hêj li wir cesed hene. Ricaya min ji rayedaran ew e ku li wan deveran binêrin.”   'AVAHIYÊN BITESCÎL JÎ HILWEŞIYAN’   Mexdûrê erdhejê yê bi navê Osman Araci ku hewl dide alavên xwe yên saxlem ên li ser Cadeya Kurtuluşê berhev bike jî da zanîn ku cadeya navborî ji Serdema Romayiyan heta niha xwe li ser pêyan girtiye. Araci, wiha domand: “Cadeya Kurtuluşê li cîhanê weke yekemîn cadeya hatiye ronîkirin tê zanîn. Malên ku destdayîna wan jî qedexe yên Antakyayê, li ser vê cadeyê ne. Ji sedî 90’î avahiyên li vir hilweşiyayîn, avahiyên bitescîl in. Tevahiya avahiyên Antakyayê hilweşiyan. Hinek dever hene ku ev 20 roj in hêj dest jî nedayînê. Haya tu kesî ji avahiyên li kolanên navberê, li deverên dûr ên Antakyayê, li kolanên jêdera wan tune û kolanên teng nîne. Heta niha tenê mudaxaleyî cihên betonarme kirine. Ji bilî vê dest nedane tu deverên din.”    'KESÊN WINDA HENE’   Araci, diyar kir ku her ku ber bi deverên çiyayî ve diçin hilweşîn jî kêm dibe û wiha bi dawî kir: “Ji bilî wê, gelemperiya malên li vê herêmê 2-3 qat in. Tu mudaxale li van malan nekirin. Li vir li malên 5 qat dinêrin. Min ji wî avahiyê hilweşiyayî hevlingê xwe, hevjîna wî û keça wan derxistin lê kurê wan winda ye. Ji zarokê li heman malê dima em tu agahiyan nagirin.”    MA / Mujdat Can-Azad Altay