Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin! 2023-02-26 10:26:46 SEMSÛR - Ji zaroka bi navê Hatîce El Husso ya 15 salî ku ji bin kavilan sax hatibû derxistin û biribûn nexweşxaneyê ev 21 roj in tu agahî nayên girtin.    Di encama Mereşê de bandoreke hilweşîner li ser Semsûrê çêbû. Di erdhejê de bi sedan zarok winda bûn û yek ji wan zarokan jî Hatîce El Husso ya sûriyeyî ye. Hatîce, 15 salî ye û tevî dayik, bav û 2 birayên xwe di bin kavilan de ma. Bi saya apên xwe û kesên dilxwaz, 20 saet piştre ji bin kavilan hate derxistin. Hatîce, bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Ji roja birin nexweşxaneyê heta niha jî tu agahî ji Hatîceyê nehatine girtin.    HER ROJ LI 184’Ê DIGERE   Mamê Hatîceyê, Muhammed Nûr Husso ji bo xeberekê ji biraziya xwe bigire, her roj Navenda Ragihandinê ya 184 a Wezareta Tenduristiyê digere. Husso, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û qeyda hevdîtina wî ya bi wezareta tenduristiyê re jî me qeyd kir. Husso, li ser telefonê li 184’ê digere û ji rayedarên wezaretê pirsa biraziya xwe dike. Li ser telefonê ji Husso hejmara nasnameyê ya TC’ê, hejmara telefonê û bajarê lê dijî tê xwestin. Her wiha rayedar dibêje ku serlêdan nû kiriye. Rayedarê li ser telefonê dibêje; “Me serlêdana we nû kir. Em ê li we vegerin” û telefonê digire.    Husso, da zanîn ku her roj telefonê vedike lê heta niha ji bilî gotina “Me serlêdana we nû kir” tu tiştek ji wî re nehatiye gotin. Husso, axaftina xwe wiha qedand: “Her roja me bi vî awayî derbas dibe. Dema em lê digerin pirsên weke ‘navê te çi ye, ji ku digerî, biraziya te ji ku hate derxistin’ dikin. Piştre jî telefonê digirin. Êdî çi sax û çi jî mirî, banga min ji bo rayedaran ew e ku têkildarî biraziya min agahiyekî bidin me. Her roj bo me weke saeta destpêkê ya erdhejê derbas dibe. Êdî bila ev êş bi dawî bibe.”