ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN 2023-02-26 09:00:20   * Der barê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ê ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya çapemeniyê xwend, lêpirsîn hat destpêkirin.   * Shanta Bulut ku ji Ingilistanê hatibû Islehiyeyê û li wir bi cih bûbû, di erdhejê de malbata xwe winda kir. Bulut, da zanîn ku 5 saetan di bin kavilan de hawara alîkariyê kir û bi saya cîranên xwe hatiye rizgarkirin.    * * ATK'ê ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku êrişî cemxaneyê kiribû, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tam e" amade kir.    * Mevlût Demîrelê nexweş ku piştî erdhejê xwediyê xanî ew ji xanî avêtiye, 20 roj in bi vî halê xwe yê nexweş û di vê sir û seqemê de li derve ye.    * Piştî erdhejê li mezrika Şurtêmevnê ya gundê Çemê Êlîkanê, 18 xanî bi temamî xesar dîtin. Şêniyên gund ku koçberî li wan tê ferzkirin gotin ku ew naxwazin biçin bajaran.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 706’an de berdewam dike.    * Meclisa Jinan a HDP’ê dê bi boneya piştyevaniya hemû jinên ji erdhejê bibandor bûn, li Îskeleya Beşiktaş a Kadikoyê çalakiyê li dar bixe. (15.00)     *Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê têkildarî mexdûrên erdhejê li Qada Îskeleya Kadikoyê daxuyaniyê bide. (17.00)