Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye 2023-02-25 17:03:26   RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Krîza aborî derbas dibe lê li vî welatî krîzekê mezin a ehlaqê heye."   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.    Malbata Şenyaşar ji ber ku roja şemî û yekşemê edliye girtiyê nobeda xwe ya roja 705'emîn li mala xwe ya li Pirsûsê girt.   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Krîza aborî derbas dibe lê li vî welatî krîzek mezin a ehlaqê heye. Kî li paş kî xwe vedişêre, pir girîng nîne. Divê çi sûc kiriye em wê li wê binêrin."