Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye 2023-02-25 16:28:32   DÎLOK - Tê gotin Serokwekîlê Şaredariya Meclisa Dîlokê yê AKP’yî Osman Toprak beramberî 2 daîreyan destûra du qatên zêde daye muteahîd û rapora bizexme ya erdhejê daye.    Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê gelek muteahîd di çarçoveya lêpirsînên derbarê erdhejê hatine destpêkirin de hatin girtin. Hat îdiakirin ku Şaredariya Islahiyeyê ya di bin rêveberiya AKP’ê de destûra avahiyên 10 qatî rûxste daye. Şirketa My Islahiye ku nêzî AKP’ê ye avahiyan çêdike û avahiyên sê qatî derxistiye deh qatan.    BERAMBERÎ QATÊN ZÊDE DAÎREYÊN ‘DIYARÎ’    Şaredarê Islahiyeyê yê AKP’yî Kemal Vûral gotiye top avêtiye û ji bo ku muteahîd destûra qatên zêde bistîne bi qebûlkirina Serokwekîlê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Osman Toprak pêk hatiye. Li gorî agahiyên ku rûniştvanên blokên hilweşiyane didin, Osman Toprak du daîreyan beramberî destûra ku qatên zêde daye ji muteahîd wek “diyarî” wergirtiye.    RAPORA ERDHEJÊ DAYE    Hat diyarkirin ku Toprak dîwarên navbera her du daîran şikandiye û her du daîreyan kiriye yek. Hat zanîn ku Toprak beramberî daîreyên “diyarî” destûra rapora bizexm a erdhejê daye muteahîd. Derket holê ku Osman Toprak daîreyan li ser xizmek xwe tapû kiriye. Rûniştvanên avahiyên hiwleşiyane belge û agahiyên di destê xwe de pêşkêşî Serozgeriya Komarê kiriye û gilî kirine.