Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin 2023-02-25 15:11:39   ÎZMÎR - Berdana girtiyê nexweş Mûstafa Ogûz ê ji ber erdhejê ji Girtîgeha Mereşê sewqî Girtîgeha Manavgatê hate kirin, tê astengkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê 270’emîn daxuyaniya çapemeniyê ya du hefteyan carekê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist.    Di çalakiya ku pankartên “Bêdeng nebe nebe şirîkê sûc, dimirin” û “Girtiyên nexweş dimirin bêdeng nebe” hate vekirin de Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl ên civakî amade bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser rewşa Mûstafa Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin.    Çîçek da zanîn ku Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin, piştî erdhejê birine Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê û wiha got: “Ogûz di sala 2016’an de hate girtin 30 sal in nexweşiya romatizmaya pişte pê re ye. Di heman girtîgehê de bi nexweşiya Tuberkulozê ketiye. Ji ber nexweşiya wî pêş ketiye nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne û hewcehî bi kesên li rex xwe ye. Bi salan e ji tedawiyê sûd newergirtiye. Ji ber pandemiyê nikarî biçe tedawiyê û dermanên xwe bi rêk û pêk bikarneanîn ji ber wê yekê hestiyê wî 3 cm xwar bûye û nikare bi mirovan re rûbirû biaxive. Ji ber erdhejê jî tedawiya wî asteng dibe.”   Çîçek, diyar kir ku Ogûz piştî rêwitiyeke 22 saetan birine Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê û wiha berdewam kir: “Ji ber demekî dirêj rûniştiye nexweşiya wî û basûra wî zêde kiriye û xwîn jê hatiye. Ev xwîn hêj jî jê tê. Malbata Ogûz di erdhejê de di bin kavilan de maye lê sax derketine.”   BERDANA WÎ TÊ ASTENGKIRIN    Çîçek, da zanîn ku Ogûz di hefteya borî bi malbata xwe re hevdîtin kiriye, gelek bêhal bûye, li Manavgatê di odeya 3 kesî de 5 kes dimînin û ev tişt gotin: “Diviyabû Ogûz di 20’ê çileya 2023’yan hatibûya berdan lê berdana wî hate astengkirin. Îtîrazî vê rewşê hate kirin. Jê re gotine ji ber erdhejê hêj ewraq nehatine girtîgeha ku birinê. Ji ber mayîna Ogûz a di girtîgehê de dê hem bandorê li nexweşiya wî bike hem jî li psîkolojiya wî bike. Divê demildest bê berdan.”   ‘EM Ê LI DIJÎ ZILMÊ SERÎ NETEWÎNIN’   Dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin Medîne Kaymez jî wiha got: “Vê dewletê hemû kes kir dijminê xwe. Zarokên me di bin kavilan de ne dewlet nahêle cenazeyan ji bin kavilan derxînin. Evqas wijdana wan heye. Qasî ku em dibêjin aştî dewlet zilma xwe zêde dike. Em ê li dijî vê zilmê serî netewînin. Heta ku em zilmê ji holê rakin em ê têbikoşin.”