Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe 2023-02-25 14:21:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku bi pileya 7’an erdhej lê çêbibe aşkere kirin û ev hişyarî kir: “Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe.”   Erdhejên li Mereş û Hatayê çêbûn bûn sedemê ku li gelek bajaran hilweşîn çêbibe û bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Li gelek bajaran erdhejok didomin. Bal hatin kişandin ser herêmên ku xeta fayê lê ne.    Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur di bernameyeke ku tev li bû de bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku bi pileya 7,2 û 7,4 erdhej lê çêbibe aşkere kir. Gorur, destnîşan kir ku divê vê serdemê mirov ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest nedin û wiha got: “Ji bilî Stenbolê me qala Mereşê dikir. Ew çû. Ya duyê li gorî min dê di navbera navçeya Çerme ya Erzinganê û navçeya Kanîreş a Çewlikê çêbibe. An ku li benda erdhejeke bi pileyên 7,2 û 7,4’in. Li Kendava Îzmîrê 2 fayên mezin hene. Faya Îzmîrê fayeke cidî ye û dibe ku bi ser pileya 7’an erdhej çêbibe. Li herêma Îzmîrê nêzî 12-13 fayên aktîf hene.”    ‘HEKE EM BI VÊ HIŞMENDIYÊ BIDOMÎNIN…’   Gorur, anî ziman ku di mijara erdhejê de zanebûn kêm e û got: “Ez li ser her tiştî sond dixwim ku bi vê hişmendiyê biçin sala 2145’an an 2245’an be jî wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe.”