Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir 2023-02-25 13:23:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk a tevî felaketa erdhejê jî êrişên xwe yên li dijî Rojava didomîne, ji bilî astengkirina alîkariyên erdhejê 2 caran ji hewayî 18 caran ji bejahiyê eriş kir.    Di erdhejên li Mereş û Hatayê çêbûn de bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiye, Sûriyeyê û Rojava kirin. Bi erdheja ku bû sedemê karesateke mezin Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku xebatên xwe yên leşkerî rawestandine. Tevî hilweşînê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava didomin.    Dewleta tirk piştî erdhejê 2 caran ji hewayî 18 caran ji bejahiyê êrişî Rojavaya ku hewl dide birînên xwe derman bike kir. Di êrişan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    ŞAM Û DEWLETA TIRK SÛCDAR KIRIN   Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî têkildarî astengkirina malzemeyên mirovî yên xwestin ji mexdûrên erdhejê re bişînin û êrişên dewleta tirk ên tevî erdhejê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    Şamî anî ziman ku ji roja destpêka erdhejê ve, hêzên QSD`ê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, rizgarkirina gel ji bin kavilan û rakirina kavilan amade bû. Şamî diyar kir ku wan hewl daye tîmên taybet ên QSD`ê bişînin herêmên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk-çeteyên wê de, lê dewleta tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê bi awayekî erênî nêz nebûne. Şamî, ji vê helwestê re got li gorî qanûnên navdewletî û civakî pêşîgirtina mudaxeleya ji bo rizgarkirina mirovên di bin kavilan de, sûc e.   ‘SEKN Û DENGÊ NIZM Ê KOALÎSYONÊ CESARETÊ DIDE DAGIRKERAN’   Şamî bal kişand ser rawestandina xebatên QSD`ê yên leşkerî û diyar kir ku ev erkeke exlaqî û mirovî ye û got: “Biryara me ya rawestandina xebatên leşkerî ji aliyê dewleta tirk ve hate bikaranîn. Dewleta tirk tu carî li dijî gel û herêmên me şer nedaye rawestandin. Beriya niha me rexnê xwe li hêzên navdewletî yên li herêmê kiribûn û em niha jî dikin. Sekn û dengê wan yên nizm helbet dibe sedem ku dewleta tirk zêdetir cesaret bigire û êrişên xwe berdewam bike.”   'BANGÊN MIROVÎ DIXE XIZMETA ŞER'   Şamî, destnîşan kir ku dewleta tirk xwest bangên mirovî yên hêzên herêmê-navdewletî careke din bixe xizmeta şer ku di vê rewşê de jî êriş dike. Şamî, anî ziman ku dewleta tirk bi van êrişan re ji bo dagirkirina herêmê dixwaze QSD`ê lawaz bike, gel bê manewiyat bike û got: “Ev êriş encama tirsa dewleta tirk, bi taybetî hikumeta Erdogan e.”