Li aşxaneyê xebateke bêatlehî 2023-02-25 10:55:54   MEREŞ - Xebatkarên Şaredariya Silopiyayê ku di roja duyemîn a erdhejê de hatin navçeya Bazarcixê û ji mexdûrên erdhejê re xwarin belav kirin, anîn ziman ku heta pêwîstî pê hebe ew ê belavkirina xwarinê bidomînin.    Hevgirtina ku ji roja yekem a erdheja navenda wê mereşê ve ji aliyê rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û hemwelatiyên dilxwaz ve hatiye destpêkirin, li gel her cure astengiyên hikûmetê jî di roja 20'emîn a erdhejê de berdewam dike. Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di roja duyemîn de ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re bi TIR’eke alîkariyê hat navenda navçeya Bazarcix a erdhêj lê çêbû û diyar kir ku pêdiviya herî bingehîn xwarina germ e konê aşxaneyê yê mezin vekir.   Xebatkarên şaredariyê ku di her danî de herî kêm ji hezar kesî re xwarinê didin, dibêjin ku heta birîn bên dermankirin wê li herêma erdhejê xizmeta ji bo gel bidomînin û xwarinên germ pêşkêş bikin.   ‘EM WEKE LI MALA XWE HÎS DIKIN’   Li Aşxaneya Şaredariya Silopiyayê tenê welatiyên li taxên Cengîz Topel û Fatîh lê dimînin na mexdûrên erdhejê yên ji taxên din jî tên aşxaneyê û xwarinê dixwin. Li aşxaneyê ji serê sibê heta êvarî xebateke bêatlehî heye. Mexdûrên erdhejê yên vê dibînin jî wiha dibêjin: “Xwarinên wan gelek xweş in. Lê sedemê hatina me ya vê derê ne xweşbûna xwarinan e. Em li vir xwe weke li mala xwe hîs dikin. Carna wexta em di nava xwe de diaxivin dibêjin li wir jehrê jî belav bikin em ê biçin bixwin. Xwedê ji wan razî be ji roja duyemîn a erdhejê ve li vir in. Sax bin ji her kesê re dibin alîkar. Cihekariyek nîne. Kî were bila were, herkesên tên ji vir xwarina xwe digirin û diçin.”   MA / Rukiye Adiguzel