Koçê HDP'î hat berdan 2023-02-24 18:26:40   MÊRDÎN - Hevserokê HDP'ê yê berê yê Nisêbînê Şiyar Koç ku îro danê sibehê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Nisêbînê Şiyar Koç îro danê sibehê di avêtina ser malê de hat binçavkirin. Koç ku cendirmeyan ew binçav kir, hat hînkirin ku bi îdiaya "li mala xwe endamên rêxistinê vedişêre" hatiye binçavkirin.   Derket holê ku îxbara hatiye kirin pûç e.Koç piştî îfadeya li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê hat berdan.