Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn 2023-02-24 16:53:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şêxmeqsûdê wesayîtek teqiya û di encamê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn.    Li herêma Şiqeyêfê ya dikeve bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); endamek Komîteya Aboriyê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bû.