Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin 2023-02-24 15:54:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandina alîkariyên ji aliyê HDP’ê û rêxistinên jinan ve tên komkirin a ji herêmên erdhejê re didome.    Di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê ku Koordînasyona Krîzê ya Marmarayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye destpêkirin de nêzî 100 TIR’an malzemeyên alîkariya mirovî ji herêmên erdhejê re hatin şandin. TIR’eke tejî sobe û dar ku duh di pêşengtiya Rêxistina HDP’a Stenbolê hate bi rê kirin wê êvarî bigihe Mereşê.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo kesên ku dixwazin bi mexdûrên erdhejê re di nav piştevaniyê de bin, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev hejmar parve kirin: (02122977254-05365827369)   Li aliyê din TIR’a Mor ku rêxistinên jinan ji Stenbolê re şandin jî gihişt Semsûrê. Barkirin û daxistina alîkariyan a TIR’a Mor jinan bi xwe kir. Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr ên li Stenbolê TIR dagirtin li Semsûrê jî di valakirinê de cih girtin.