Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin 2023-02-24 10:40:02   MÊRDÎN - Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç hate binçavkirin.    Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç ê li gundê Menderê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijî û ji herêma erdhejê ku weke dilxwaz çûyê re nû vegeriya, di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Koç di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatiye binçavkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.