Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî 2023-02-24 10:33:10 ÎZMÎR - Li navçeya Torbaliyê Samî Atayê 17 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Mûratbey a navçeya Torbaliya Îzmîrê Samî Atayê 17 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Atay ê xwendekarê lîseyê bû, li ser agahdarkirina kesên derdorê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê. Tevî mudaxileya xebatkarên tenduristiyê Atay nehate xelaskirin. Hate îdiakirin ku Atay xwe ji paçeya mala xwe ya qata 5’emîn avetiye û întîhar kiriye.