Tenûr bûne stargeha wan 2023-02-24 09:58:55   HATAY - Li Hatayê hin welatî ji bo terka malên xwe nekin, di konên li baxçeyên xwe û tenûrê xwe de vedane dimînin.    Di erdhejên li navçeya Defne ya Hatayê de çêbûn, karesatek mezin a hilweşandinê li pey xwe hişt. Di erdheja dawî ya li Defneyê çêbû de gelek avahiyên xesar dîtibûn jî hilweşiyan. Erdhejok jî bênavber didomin. Me piştî taxa Armûtlûyê ku wek taxa şoreşgeran tê zanîn, me vê carê jî dîmenên taxên Harbiye, Hurriyet û Sumerler girtin. Rûxandinek mezin li taxan pêk hatiye û her dever veguheriye lodên kavilan.     REWŞA HARBIYEYÊ    Me ewilî berê xwe da taxa Harbiyeyê ku bi sûlava xwe tê zanîn û her sal bi hezaran turîst serdana wir dikin. Li cadeya navendî hin avahî hilweşaiyane. Li taxê tu xebata rakirina kavilan nîne û tê gotin di van kavilan de canê xwe ji dest dane. Qasek şûnve em gihîştin Sûlava Harbiyeyê û tabeleya sûlavê ketiye û di rê heziziye.   HOTÊL HILWEŞIYAN E    Li taxê hejmarek mezin hotêl hene û beşek mezin a van hotêlan hilweşiyaye û welatiyên li taxê dibêjin ku herî kêm 30 kesan li taxa wan canê xwe ji dest daye.    TENÛR BÛNE STARGEHA WAN    Li Tesîslera Hidor a li taxê hin konên AFAD’ê hatine vedan. Di nav kolanên taxê de welatiyan konan li baxçeyên xwe vedane û di laylonên vedane de dimînin. Hin welatî di wesayîtên xwe de dimînin û hin welatî jî li tenûrên xwe kon vedane û lê dimînin.    XESAR HINDIK E    Piştî taxa Harbiye me berê xwe da taxa Hurriyetê. Li vê taxê hilweşandin ne li gorî cihê din e. Hilweşandin hinek hindiktir e. Malbat piştî erdheja di 20’ê sibatê de konan vedane û lê dimînin. Gelek kes dikevin nav kavilên malên xwe û eşyayên xwe derdixin.    TAXA SUMERLER    Piştî meşek dirêj em gihîştin taxa Sumerlerê û me li vir jî dît ku hin avahî hilweşiyane û qelibîne ser rê. Li vê taxê rakirina kavilan didome. Hin welatiyên li ber xirbeyan kon vedane dimînin û dibêjin di 3 avahiyan de nêzî 20 mirovan jiyana xwe ji dest dane.     MA / Azad Altay - Mujdat Can