Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre 2023-02-24 09:43:46 STENBOl – Endama Meclisa Koçber û Penaberan a HDK’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku îktîdar bi hedefnîşandana penaber û mitehitan hewl dide terkexemiya xwe veşêre.    Bi ser erdhejên Mereşê re ku bandoreke hilweşîner li ser 11 bajaran kir 19 roj derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, heta niha nêzî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 105 hezar kes birîndar bûn û bi sedhezaran kes jî bêmal man. Bîlançoya li herêmên erdhejê roj bi roj girantir dibe. Yek ji derdorên herî zêde ji erdhejê bibandorbûn jî penaberên sûriyeyî ne ku ji şerê navxweyî reviya bûn. Li Hatay, Dîlok, Riha û Kîlîsê ku bandoreke hilweşîner ê erdhejê li ser çêbûbû jî bi milyonan penaber dijîn. Li gel erdhejê, her wiha penaber bûn hedefa êrişên nîjadperest.    Gotina “Ji bo ku nezanin em sûriyeyî ne û me ji bin kavilan derxînin, me dengê xwe nekir” a sûriyeyiyan bû yek ji nîşaneyên herî şênber a êrişên nîjadperest. Endama Meclisa Koçber û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulsum Agaoglû têkildarî rewşa penaberan axivî.    ‘PENABER WEKE AMÛREKÎ TÊN BIKARANÎN’   Gulsum Agaoglû da zanîn ku di gurkirina şerê Rojhilata Navîn de îktîdara AKP-MHP’ê xwedî parekî mezin e û wiha got: “Tekane sedema pêla koçberiyê îktîdar e. Îktîdara AKP-MHP’ê di tevahiya vê pêvajoyê de penaber weke amûr bi kar anîn. Bi salan berê sînorên Tirkiyeyê li gorî vê polîtîkayê hatin vekirin. Bi vê yekê dixwestin krîza penaberan li dijî Ewropayê bi kar bînin û bikin mijara bazarê. Ewropayê jî alîkariya madî da Tirkiyeyê. Nayê zanîn bê ka ev alîkarî bi ku de çûye.”   ‘TALANGERÊN MEZIN PENABER NÎNIN!’   Bi domdarî Agaoglû got ku di şerê navxweyî yê Spanyayê de li ser dîwarekî nivîsa “Yên ku me dişêlînin ne penaber û koçber lê ji vê derê ne û dewlemendin” hatibû nivîsandin û ev tişt anî ziman: “Medyaya îktîdarê her carê dibêje; ‘penaber çavkaniyan talan dikin.’  Bi vê yekê hewl didin terkexemiya dewletê veşêrin. Mexdûrên erdhejê digot; ‘dewlet li vê derê tune ye.’ Medyaya alîgir hewl da pêşî li ber vê gotinê bigire. Her wiha hewl dan piştevaniyê asteng bikin. Dixwazin îradeya kolektîf a sivîl veşêrin.”   HEDEFGIRTINA PENABERAN   Di berdewamê de Agaoglû diyar kir ku Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ji destpêkê ve weke “rêya kêlekê” ya AKP-MHP’ê tevdigere û wiha pê de çû: “Penaberan hedef digire û wan reş dike. Di destê AKP-MHP’ê de tiştekî êdî propagandaya wê bikin nema. Lewma li dijî penaberan antîpropagandayê dikin. Piştî hedefgirtinê, sê penaber hatin derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Yekî jî jiyana xwe ji dest da. Yên ku penaberan hedef digirin, partiyên faşîst in. Piştî van êrişan, di nava civakê de jî nefret zêde bû. Di halê hazir de kesek ji bo kirê avahî jî nade wan. Êdî êriş, veguherîne êrişên komî. Tu temînateke ku gelên Tirkiyeyê penaber nebin nîne. Welatiyên malên wan hilweşiyayîn koçî bajarên din bûn. Vê karesatê nîşanî me da ku dibe em jî koçber bibin. Lewma divê kesek xwe weke xwediyê vê xakê nebîne. Ji ber gotina penaberan a ‘me got dê pê bihesin ku em penaberin lewma me di bin kavilan de bang nekir’ diviya AKP-MHP’ê îstîfa bikira.”    ‘ME LI KURDISTANÊ DÎT’   Herî dawî jî Agaoglû wiha derbirî: “Cenazeyên kesên ji bin kavilan hatine derxistin xistin tûrikan. Cenaze nehatin nîşandan ji ber ku makîneyên kar ew parçe kirine. Di demên berê di dema berxwedanên rêveberiyên herêmî de me bûbûn şahidê vê yekê.”