Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin 2023-02-24 09:05:38   MEREŞ - Hat diyarkirin ku dê maliyeta avahiyên li herêmên erdhejê bên çêkirin ji sedî 60 ji aliyê dewletê û ji sedî 40 jî ji aliyê gel ve bê dayîn. Maksût Yildiz ku bertek nîşanî vê da û wiha got: "Dê 20 salên din jî me deyndar bikin."    Erdhejên li Bazarcix û Elbistana Mereşê çêbûn, bûn sedema mirina bi deh hezraan mirovî û hilweşandina bi sedhezraan avahiyî. Li gor daneyên fermî yên vê dawiyê; li Elbistanê 468 avahî hilweşiyane û avahiyên din jî pir xesar dîtine. Hûrguliyên civîna Desteya Rêveber a Navendî ya AKP'ê yên têkildarî avahiyên bên çêkirin hatin aşkerekirin. Çendî bacên erdhejê yên ji sala 2000'î ve tên berhevkirin 87 milyar û 998,6 TL ye jî, hat diyarkirin dê maliyeta avahiyên li herêmên erdhejê bên çêkirin ji sedî 60 ji aliyê dewletê û ji sedî 40 jî ji aliyê gel ve bê dayîn.    'MA EZ Ê BI MÛÇEYÊ XWE YÊ TEQAWIDIYÊ TAKSÎTAN BIDIM?'   Maksût Yildiz ku li Taxa Gokturk a Cîhanê li Sîteya Emlakê dima, anî ziman ku di erdhejê de avahiya wan bi temamî hilweşiyaye û kargeha hevjîna wî jî hilweşiyaye, wesayîtên wan di bin kavilan de mane û got: "58 salî me. Xaniyek min hebû, hevjîna min bi salan kuafortî kir. Me bi salan ked da û bac da dewletê. Dewlet piştî 60 saliyê dê ji sedî çen min deyndar bike? Dixwaze 5 hezar û 500 lîreyê ez ê heya 80 saliyê bistînim û 6 hezar lîreyê hevjîna min distîne ji me bistîne. Mala me, dikana me û wesayîta me çû. Ez meaşê xwe yê teqawidbûyînê bidim wir an pê heqê texsîtan bidim? Min pergaleke wiha nedîtiye. Dê mala min a li navendê bibe li biniya çiyê çêke û 20 salên din ez deynder bikim. Ev zilm e."    AVAHÎ PIŞTÎ MIRINÊ HATIN KONTROLKIRIN   Bi domdarî Yildiz destnîşan kir ku çend mirov hişyar dikirin jî "efûya îmarê" hatiye derxistin û ev tişt anî ziman: "Efûya îmraê derket, mirov serobino bûn. Ji bo berîka xwe tije bikin ev efû derxistin. Ev qas pere û alîkarî ji derve tên. Hûn ê van alîkariyan bidin kê? Muhtemelen dê îro jî wekî sibê be. Avahiya hikûmetê 6-7 salî ye. Di kontrolkirinê de gotin, nabe ke slê bimîne. Avahiya me 20 salî ye. Piştî erdheja 99'an hatiye çêkirin. Mitehit hesinê dûz bi kar aniye. Îja şaredarî, wezaret li ku bûn? Dê ji bêrîka me derxin û xwe pê zengîn bikin. Tenê ne mitehit, desthilat û şaredarî jî berpirsin."    Yildiz anî ziman ku ji ber zextên polîtîk gel hêrsa xwe nade der û wiha domand: "Desthilata heyî, desthilata herî talûke ye." Yildiz destnîşan kir ku AKP niha her tiştî li xwedê bar dike û got: "Yahû ne li Xwedê li teknolojiyê ba rbike."    'PÊ NE BAWER IM'   Di berdewamê de Yildiz diyar kir ku bi xebatên desthilatê yên piştî rakirian kavilan ne bawer e û wiha pê de çû: "Jixwe biryar hatiye stendin. Ne etûd hatiye kirin ne jeolog xebitî ne û ne jî tiştekî din hatiye kirin. Min ji televîzyonê bihîst, serokkomar dibêje 'em ê li çiyê çêbikin.'"    'PARLAMENTERÊN HDP'Î BI ME RE XEBITÎN'   Yildiz bal kişand ser xebatên alîkariyê yên Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê jî û got ku li vir parlemneterên HDP'î, endamên partiyê bi wan re xebitîne û ew bi tenê nehiştine û malavayiya wan kir.    MA / Yusra Batihan