Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû 2023-02-23 19:46:14   NAVENDA NÛÇEYAN – AFAD'ê daxuyand ku li navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 5'an erdhejokek çêbûye û bajarên derdorên jî ew hîs kirine.   AFAD'ê daxuyand ku îro saet 18.53'yan de li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 5'an erdhej çêbûye. Di daxuyandiyê de hat diyarkirin ku erdhej 9,76 kîlometre di biniya erdê de çêbûye û li Hatay û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.