Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin 2023-02-23 16:26:33   STENBOL - Rêxistinên hiqûqê yên bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên di erdheja navenda wê Mereş û piştî wê de jiyîn bi dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” li ber Edliyeya Stenbolê ji bo rojekê Nobeta Edaletê dan destpêkirin.    Li Stenbolê rêxistinên hiqûqê li dijî binpêkirinên mafan ên di erdheja navenda wê Mereş û piştî wê de hatin jiyîn ji bo rojekê “Nobeta Edaletê” da destpêkirin.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglu, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û Serokê Odeya Avahîsazan a Stenbolê Esîn Koymen û gelek parêzer tev li çalakiya nobetê ya li ber Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin bûn.    Di daxuyaniyê de pankartên ‘Ji bo herkesê edalet” , “Tişta erdhej veguherand afete, bêberpirsyariya zanîst tune dihesiband e” hatin vekirin.    ‘NANÊ GEL EDALET E’   Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû yê di daxuyaniyê de axivî, kevirê ku parêzerekî birayê wî di erdhejê de mirî weke bîranîn li cem xwe digire nîşan da û wiha got: “Ez weke serokê baroyê dixwazim ew kesên em neçar hiştin ku vê bikin êdî hesabê bidin. Ji ber wê yekê em ê hta dawiyê têbikoşin û edaletê pêşkeşî gel bikin.”   ‘DIVÊ MIROV HÊRSÊ ARASTEYÎ CIHÊ RAST BIKE’   Parêzer Eren Can ê girêdayî Baroya Stenbolê û di erdhejê de dê û bavên xwe winda kirin diyar kir ku divê mirov hêrsê arasteyî cihê rast bike û wiha got: “Me dê û bav, xwişk û bira û cîranên xwe winda kirin. Bajarên me ser û bin bûn. Dema ez çûm Hatayê tu xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nebûn. Bajarek bi temamî tenê hatibû hiştin. Me li wir 3-4 rojan tenê kesên dilxwaz dîtin. Ez ji vir spasiyê ji wan re dikim.”    Parêzer Ahmet Çoban ê çû herêma erdhejê, da zanîn ku navçeya Samandag a Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bû xwedî cihekî girîng e û got: “Gelek pêdivî bi piştgiriyê heye.” Çoban, qala koça piştî erdhejê ya ji Hatayê kir û wiha berdewam kir: “Me li wir dît ku zêdetirî Hatayê vala bûye, li wir tenê mirovên xizan hebûn. Hejmar jî vê didin nîşan dan. Mînak tê gotin ku nifûsa Mêrsînê 400 hezar zêde bûye. Divê demografiya Hatayê bê parastin. Hatay bajarekî pir zimanî pir netewî pir çandî ye divê bê kirin ku kesên ew der terikandine vegerin.”   Yek ji parêzera ÇHD’ê Çîgdem Akbûlût jî bal kişand kesên li herêmê bi hinceta “talanker” hatin derbkirin û wiha got: “Dewlet li dijî gel xebatên xwe didomîne. Bi taybetî li Hatayê em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin.” Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Esra Bîlen jî destnîşan kir ku penaber bi “talankeriyê” hatin sûcdarkirin û got: “Gelek kes hatin lînckirin. Kesên unîformayên hêzên ewlehiyê li ber wan bûn îşkenceyên giran li mirovan kirin.”   BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ    Ji Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê Devrîm Avci jî destnîşan kir ku dema bi hezaran welatî di bin kavilan de bûn desthilat di holê de tune bû. Avci, yê bi bîr xist ku desthilatê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir, destnîşan kir ku alîkarî dereng hat û got: “Desthilatê di warê mudaxilekirinê de kêmasiya xwe vedişêre û ji kesên rexne dike re jî dibê ‘kêmaqil, adî, nemerd’. Ev yek jî dide nîşandan ku berpirsyartiya desthilatê çiqas mezin e.”   Axaftinên hiqûqnasan bi dirûşmeya “heq hiqûq û edalet” bi dawî bû.