AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike 2023-02-23 16:25:09   RIHA - AFAD’ê têkildarî xwediyên heq de broşûrek amade kir û da zanîn ku dê kesên di erdhejê de ziyan gihiştiyê, ji bo xanî, kargeh û govan bên deyndarkirin.    Di encama erdhejên Mereşê de li 10 bajaran hilweşîneke mezin çêbû. Li gorî daneyên fermî; di erdhejê de 43 hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha erdhejê bandor ki 13 milyon kesan kir. Bi hezaran avahî hilweşiyan û bi sedhezaran kes jî bêmal man. AFAD a ku piştî erdhejan ji ber xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkariyên berhev kirî bûye rojev, broşûrek parve kir û da zanîn ku dê avahiyên ji bo mexdûrên erdhejê bên çêkirin, bi pereyan bidin wan.    DÊ MEXDÛRAN DEYNDAR BIKIN Û WISA RADEST BIKIN   Di broşûra bi sernavê “Agahiyên Pêvajoya Xwedîtiya Heq a di Çarçoveya Qanûna Karesatan a Hejmar 7269’an” ku ji hêla AFAD’ê ve hatiye amadekirin de tê gotin ku dê ji bo kesên xanî, kargeh û govên wan hilweşiyayîn an jî ji ber xesara zêde bên hilweşandin; xanî, kargeh û gov bên çêkirin. Her wiha tê gotin ku ji bo xwediyên xanî, kargeh û govan ên tespîta “nîvxesar” hatiye kirin jî “Krediya Xanî” were dayîn. Di broşûrê de hat destnîşankirin ku dê xanî, kargeh û govên li ser navê AFAD’ê tên çêkirin, ji hêla TOKÎ’yê ve werin dayîn û ev agahî hatin parvekirin: “Dê heqê lêçûnên binesaziyê yên xanî, kargeh û govan ji lêçûnan bê daxistin û mexdûrên erdhejê li ser fiyetê hatiye diyarkirin bên deyndarkirin.”    YÊ KU KARGEHA WÎ HILWEŞIYAYÎ DÊ FAÎZÊ BIDE   Di berdewamiya broşurê de ev tişt hatin diyarkirin: “Dê ji bo xanî, gov û kadînê jî mexdûr bên deyndarkirin. Dê deyn heta 2 salan neyên dayîn û piştre jî ji bo di nava 8 salan de bên dayîn taksît bên çêkirin. Ji bo deyndarkirinên kargehan jî ji sedî 4 faîz dê were standin. Bedela deyndarkirinê yên alîkariyên ji bo kargehan dê di 2 salên ewil de bêpere bin û piştre jî ji bo 8 salan taksît bên çêkirin. Ji roja ku xanî, kargeh û gov radestî xwediyên wan hatin kirin heta du salan deyn neyê standin û piştî salên wan temam bûn jî dê dest bi dayîna deynê xwe bikin.”    XETEREYA BIDAWÎBÛNA XWEDÎTIYA HEQ   Her wiha hat gotin ku ji bo bihêzkirina avahiyan dê kredî ji kargehan re bê dayîn û faîza wê jî ji sedî 4 e. Di broşûrê de her wiha ev agahî hene: “Heke xwediyên wan di nava salekê de avahî bihêz nekirin, dê xwedîtiya heqê wan bi dawî bibe. Her wiha ji bo her taksîteke di dema xwe de nehatiye dayîn jî ji sedî 5 zam bê kirin. Her wiha piştî îlana deyndarkirinê, heke kes di nava 2 mehan de serlêdanê neke yan jî sedemeke derbasdar pêşkeş neke, dê xwedîtiya heq a wan bi dawî bibe.”    MA / Ahmet Kanbal