Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin 2023-02-23 15:55:25   EDENE - Zarokekê 13 salî ji bo mexdûrên erdhejê yên Edeneyê qoliyeke alîkariyê şand. Li ser qoliyê jî ev peyam bi cih kiribû: “Zarok di şer de jî heman xofê dijîn. Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîr bên girtin.”   Di encama erdhejên Mereşê de gelek bajar hilweşiyan û alîkariyên ji bo van bajaran tên şandin berdewam in. Zarokekê ku tev li van alîkariyan bûyî nîşeyek şand û kesên nîşe xwendin hestiyar bûn. Her wiha derûniya zarokên welêt jî raxist ber çavan.    EZ DIXWAZIM ZAROK AZAD BIJÎN   Zarokê bi navê Hîkmet Donmez ê 13 salî ku li Îzmîrê dijî, qoliyeke alîkariyê bo Edeneyê şand. Zarokê ku li ser qoliyê navê xwe nivîsandibû, her wiha ev peyam nivîsandibû: “Me îro rojeke pir xemgîn derbas kir. Li Tirkiyeyê tevdîrên erdhejê nehatin girtin û şer jî mîna erdhejan e. Zarok di şer de jî heman xofê dijîn. Tu ferqa wan nîne. Li Ûkraynayê, li Rûsyayê zarok heman xofê dijîn. Zarokên li Sûriyeyê jî heman xofê dijîn. Weke zarokekî ez naxwazim van tiştan bijîm. Ez dixwazim ku hemû zarokên cîhanê azad bijîn. Ez vê rica dikim û dibêjim; ev nameya min bikeve destê kê, ji we rica dikim ku bi çapemeniyê bidin xwendin. Belkî dawî li şer bê anîn û ji bo erdheja din tevdîr bên girtin. Ez Hîkmet Donmez, 13 salî me û xwendekarê dibistana navîn û di pola 6’an de me. Li gel silav û rêzan, Xwedê sebrê bide.”