Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin 2023-02-23 15:14:27   STENBOL - Rojnameger Ferît Demîr û ekîba xwe ya kamerayê dema xebatên rakirina kavilan dişopandin, êrişkarekî gef lê xwarin.    Nûçegihanê Halk TV’yê Ferît Demîr û ekîba wî ya kamerayan dema li Meletiyê xebatên rakirina kavilan dişopandin, êrişkarekî ku çekûç di dest de hebû gef lê xwarin. Demîr û ekîba xwe tev li weşana zindî ya bernameya Medya Mahallesî ya Halk TV’yê ku Ayşenûr Arslan pêşkeş dike bûn. Di dema weşana zindî de kesekê çekûç di dest de gef xwarin. Di wê navberê de êrişkar qîriya û got: “Dewlet li her derê ye.”   Ayşenûr Arslan ku di weşana zindî de bû şahida bûyerê, wiha got: “Ez îxbar dikim! Li ser navê çi, li ser navê kê. Dixwazin Halk TV bêdeng bibe û nûçegihanên wê qet neaxivin.”