HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin 2023-02-23 15:14:02   AMED - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir ku ew ji bo tora piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanya “Em malbatan tînin ba hev” da destpêkirin û xwest her kes hestiyar tevbigere.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê dest bi xebatan kiriye û niha jî kapmanya “Em malbatan tînin ba hev” li xebatên xwe zêde kir. HDP’ê ji bo ragihandina kampanyayê li avahiya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê civîn li dar xist. Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ozlem Gunduz a ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren tev li civînê bûn. Gunduz bi tirkî daxuyanî da û Eren jî bi kurdî daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de kampanya “Em malbatan tînin ba hev” ragihandin û bang li xelkê kirin ku di warê piştevaniyê û kampanyayê de bi hestiyar tevbigerin.