Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne 2023-02-23 14:07:30   AMED - Partiyên Kurdistanî têkildarî erdhejê daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku erdhej tiştekî xwezayî ye lê sedemên ziyanên erdhejê xwezayî nînin û wiha gotin: “Sedema van ziyanen canî û malî; berhemên bêwijdanî, berjewendîperest, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziya dezgehên fermî, şîrket û mirovan in.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD), Hereketa Azadî, Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê-Tevger (TDK-TEVGER) û Platforma Jinên Kurd têkildarî karesata erdhejê bi dirûşma “roj roja xîretê ye” li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat a Amedê daxuyaniyek hevpar dan.   Metna çapemeniyê ya bi kurdî ji hêla Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk ve û ya bi tirkî jî ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hate xwendin.    ENCAMA ERDHEJÊ   Daxuyaniya hevpar wiha ye: “Ji bo dermankirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin destê hev. Di roja 06.02.2023’yan de du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wan du navçeyên  bajarê Mereşê bûn, rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023’yan de li Hatayê erdhejeke bi pileya 6.4’ê çêbû. Erdhejê bandoreke giran li 10 bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijiyan û piraniya wan li bakurê Kurdistanê ne kir. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku  di van erdhejan da jiyana xwe ji dest dane nêzî 44 hezaran e; hejmara  birîndaran jî ji 200 hezar kesî zêdetir in. Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.   TIRKIYEYÊ WEZÎFEYA XWE BI CIH NE ANÎ   Tu şik û gumanên me nîne ku ziyana can û malî, wêraniyeke mezin a derûniyê çêkiriye û dê hêj bidome jî. Van erdhejan li Efrîn, Cinderês û Helebê jî rê li ber karesatên mezin vekirin. Mixabin alîkariyeke berbiçav negihiştiye van deran. Heta niha 7 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî ji 15 hezaran zêdetir e. Bi hezaran avayî xerabûne, zirareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan de ye. Ji 6’ê sibatê ve heta îro aşkere ye ku Tirkiyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe de li van bajarên ku erdhej lê çêbûne wezîfeyên xwe neaniye cih.   DEZGEHÊN DEWLETÊ LI QADÊ NEBÛN   Bi taybetî di 3 rojên ewil ên erdhejê de, di hawarçûyîna ser kavilan û di alîkariya mexdûran de,  lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkariya hemû dem û dezgehên Tirkiyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li qadê nebûn. Her wiha Tirkiyeyê bi taybetî di 3 rojên ewil de, hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê.  Niha jî li gelek deran ev astengî berdewam in.   ‘CAREKE DIN DEST BI SIYASETA ŞER KIRIN   Dewletê rê li ber piraniya alîkariyên ku dê biçûna rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cinderês û Helebê girt. Bi van kiryarên xwe xisara canî û ya madî zêde kiriye. Helwesta dewletê, berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî mexdûriyeta erdhejê gelek mezintir kir. Helbet ev ne cara ewile ku gelê Kurdistanê rastî van siyaset û helwestên Tirkiyeyê tê. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê bi taybetî piştî 22’yê tîrmeha 2015’an careke din dest bi siyaseta şer kir. Û kiryar û siyaseta xwe ya li dijî kurdan û ya şer, bi stratejiyeke nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kiriye. Berhemên vê hişmendî, siyaset û helwesta Tirkiyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya takekesî û totalîter jî, texrîbat û xesarên  erdhejê  yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine.”   PEYAM Û BANGÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ   Lê belê li gel hemû astengiyên qanûnî û fiîlî yên Tirkiyeyê heta niha derxistin û derdixîne jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke mezin alîkariya mexdûran dike. Li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û li dîasporayê, me weke van partiyên ku ev daxuyanî îmze kirine û gelek partî û rêxistinên siyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, şaredarî û şîrketan, ji bo alîkariya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne û em pêk tînin.   HELWESTA HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ   Gelek dewletên cîhanê jî alîkariyên cur be cur digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li bakur û rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê dimeşînin.    Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sedemên zirarên  erdhejê ne xwezayî ne. Berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziyên dezgehên fermî, şîrket û mirovan e.    BERPIRSIYARÊ YEKEM DEWLET E   Lê heke di erdhejekê de zirarên canî û malî çêbûn, berpirsyarê yekem ê herî mezin,  bi hemû dezgeh û wezaretên xwe ve, bi şaredariyên xwe ve dewlet bi xwe ye.   Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan bi encamên xerab ên karesata erdhejê re rû bi rû nemînin, beriya her tiştî divê gavên lezgîn ên ji bo sîstema rêveberiyên herêmî, ji bo rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz bêne avêtin.   Ji bo ava kirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke taybet a stratejîk bê avakirin.   Hemû tevdîr û xebatên ku ji bo avakirina bajaran û alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê ne ji bo guherandina demografiya herêmê bin.    EM JI BO ALÎKARIYÊ SEFERBER BIBIN   Ji bo gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me,  cih û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin, divê em xebateke mezin bihûn in. Ji bo vê jî em bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û aliyên peywendîdar ên navxweyî û navneteweyî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê re cih û warên ku bikaribin di şertên însanî de lê bijîn peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgiriya aborî û ji bo ku ji wan re kar peyda bikin, em seferber bibin.  Divê tu kes û der û dor an jî dezgeh vê karesata erdhejê ji bo berjewendiyên xwe wek firsend bikar neyîne, mexdûriyeta gelê me îstîsmar neke, xwe ji zêdekirina kirêyên xaniyan û girankirina nirxên pêdawîsatiyan dûr bixe.   DIVÊ RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD Û KURDISTANÊ BÊ VEKIRIN   Ji bo ku derfetên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê bên kirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew derfetên ji bo şer û çekan têne serfkirin bên rawestandin, dawî li şer bê anîn; divê daxwazên lezgîn ên miletê kurd bên qebûlkirin û bi awayên siyasî û demokratîk rêya çareseriya pirsgirêka kurd û Kurdistanê bê vekirin. Dewleta Tirkiyeyê divê bizane ku dê nikaribe bi ragihandina rewşa awarte, ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne da ku rê li ber xebatên alîkarî û piştgiriya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber doza azadiya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî  û edaletê ya li Tirkiyeyê bigire.   BANG LI GEL Û HIKÛMETA KURDISTANÊ KIRIN   Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên kurd û kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gihandina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê de berdewam bin, em wan bi tenê nehêlin, em xwedî li hev derkevin.   Helbet ku barê karesatên bi vî rengî, dikare bi derfetên dewletan û bi alîkariyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastiyê jî, em bangî rayedarên Tirkiyeyê dikin da ku rê li ber alîkariyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û beriya her tiştî berpirsyariyên xwe yên dewletî bi cih bînin.    Heta ku çareseriyên mayînde bên bicihanîn, di demeke herî kurt de divê pêwîstiyên mexdûran ên  lezgîn, ên wek alîkariyên aborî, konên zivistanê, konteyner û cihên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cur bi cur, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstiyên zarok û jinan, nivîn û betaniyeyan temîn bikin.    BANG LI SAZIYÊN CÎHANÊ HAT KIRIN   Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, siyasî de di vê erdhejê de jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, astengdar û kesên temen dirêj in. Ji ber vê rastiyê jî divê di vê erdhejê de,  ji bo telafîkirina mexdûriyeta van her çar beşên civatê bernameyeke taybet bê lidarxistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat li ser esasê cudakariya pozîtîf a jinan bêne hûnandin. Em bangî hemî dezgehên navneteweyî, Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (YE) dikin, da ku alîkariyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku Tirkiyeyê der barê alîkariya mexdûran de xebatên bi lez û berhemdar pêk bîne, diyalogeke xurt pêk bînin.”