Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin 2023-02-23 13:23:42   RIHA - Piştî lêkolînên tespîtkirina xesarê, ji bo Pasaja Qapaxliyê ya navçeya Halîliyeyê biryara hilweşandinê hate dayîn. Esnafên pasajê dan zanîn ku ew dereng hatine agahdarkirin, bêyî ku ji wan re cihek were peydakirin ev biryar hatiye dayîn û dê ji ber vê biryarê gelek esnaf mexdûr bibin.    Erdhejên Mereşê bandoreke hilweşîner li ser 10 bajaran kir. Yek jî ji van bajaran jî Riha ye. Li Rihayê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin û piştre jî xebatên tespîtkirina xesaran hatin destpêkirin. Di xebatan de 20 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê hatin tespîtkirin. Her wiha avahiyên ji bo wan biryara hilweşandinê hatine dayîn jî hatin valakirin. Yek ji van avahiyan jî Pasaja Qapaxliyê ya li navçeya Halîliyê ye ku esnafê wê di 22’yê sibatê de ji biryara hilweşandinê hatin agahdarkirin. Esnafên ku îro di danê sibehê de hatin pasajê, rastî dorpêça polîsan hatin û dîtin ku pasaj hatiye mohrkirin. Esnafên li pasajê kom bûn, bertek nîşanî biryara hilweşandinê dan.     ESNAF TÊN MEXDÛRKIRIN   Ji esnafên pasajê Ahmet Yildirim da zanîn ku nêzî 7 sal in li pasajê esnaftiyê dike û ji bo biryara hilweşandinê jî wiha got: “Heta duh jî tu kesî ji me negotibû ku dê pasaj were hilweşandin. Duh, zabita hatin û gotin ku divê pasaj di nava 2 saetan de were valakirin. Li vir dikanên mezin hene. Em ê di nava du saetan de çawa dikanên xwe vala bikin? Heke ji zû de bo me cihek hatibûya destnîşankirin, em jî mexdûr nedibûn. Bi hezaran kes li vê pasajê debara xwe dike. Hemû esnaf mexdûr kirin. Avahiyên ji pasajê xerabtir hene lê ji bo wan biryara hilweşandinê nehatiye dayîn. Heke pasaj bê girtin, dê gelek kes bêkar bimînin. Wê deme tu kes nikarê pêşî li vê yekê bigire.”   PASAJ HATE MOHRKIRIN   Esnafê bi navê Abdulkadîr Kara jî got ku ev 20 sal in di pasajê de esnaftiyê dike û bertek nîşanî mohrkirina pasajê da. Kara, diyar kir ku heta niha tu rayedar bi wan re neaxiviye û wiha domand: “Heke ev pasaj bê hilweşandin, dê bi hezaran kes bêkar bimînin. Ji tu kesî re cihê kar nehatiye peydarkirin. Ji seat 8’an ve em li vê derê ne. Hemû hevalên me bêkar hiştin, hemû kes maxdûr bûn. Beriya mohrkirinê ji me tu kes nehat agahdarkirin. Em serê sibehê hatin û me dît ku pasaj hatiye mohrkirin. Tu endezyaran li vir lêkolînek nekirin. Hinek kes dixwazin pasaj bê hilweşandin û em vê biryarê qebûl nakin.”   ‘EWQAS MIROV DÊ BI KU DE BIÇIN?’   Têkildarî mijarê ji esnafên pasajê Abdulbakî Karakeçî jî wiha bertek nîşan da: “Îro di danê sibehê de polîsan derdora pasajê dorpêç kirin. Em nizanin bê ka biryara hilweşandinê heye yan na. Me ji kê pirsî be dibêjin biryar hatiye dayîn lê nayê zanîn bê ka kê ev biryar daye. Dibêjin di erdhejê de ziyan gihiştiyê lê ev der heta niha jî vekirî bû. Wê demê çima heta niha vekirî hiştin? Di vê mijarê de gumanên min hene. Heke hilweşînin jî divê esnaf neyên mexdûrkirin. Ma dê ev qas mirov bi ku de biçin?”   MA / Mahmût Altintaş