Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir 2023-02-23 12:48:56 ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê ji ber ku zarokên erdhejê radestî rayedarên ÎHH’ê hatin kirin, li dozgeriyê giliyê wezîr Derya Yanik û rêveberên ÎHH’ê kir.    Baroya Îzmîrê ji ber zarokên malbatên xwe di erdhejê de winda kirin û radestî dilxwazên Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) hatine kirin, li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê giliyê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik û rêveberên ÎHH’ê kir. Di daxwaznameyê de baroyê ji serdozgeriyê xwest ku bi sedemên “Revandin û desteserkirina zarokan”, “Bêparhiştina kesekî ji azadiya xwe” û “Xerab bikaranîna peywira xwe” doza cemaweriyê were vekirin.    GILΠ   Di gilînameyê de wiha hat gotin: “Li gel ku tekane saziya ji nihêrtin û sexbêrkirina zarokan Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye jî, peywirdarên wezaretê kesên têkiliya wan bi terîqet û saziyên wan re heyî daxilî vê mijarê kirine û bi vê yekê re berpirsyartiya xwe ya esasî binpê kirine. Têkildarî vê îxbara li ser çapemeniyê hatiye parvekirin, divê tavilê agahiyên şênber bi raya giştî re bên parvekirin û ev yek ji bo ewlehiya zarokan pir girîng e. Li gel vê, divê îfadeyên xebatkarên cemaweriyê yên ku di vê pêvajoyê venêrîn kirin jî bên girtin. Ev yek ji bo sûcê ‘peywira xwe nebaş bi kar aniye’ girîng e.”