Li Agiriyê îdiaya întîharê 2023-02-23 12:47:52 AGIRÎ - Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Ercan Kuşçu yê 25 salî întîhar kiriye.    Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Ercan Kuşçu ku li Taxa Golê ya Giyadîn a Agiriyê dimîne, li mala xwe întîhar kiriye. Li ser agahdarkirina malbata Kuşçu, li cihê bûyerê tîmên polîs û tenduristiyê hatin veguhestin. Kuşçu li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.    Dozgeriya Giyadînê têkildarî mirina Kuşçu lêpirsîn da destpêkirin.