Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne 2023-02-23 12:47:27 ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, biryar da ku heta 6 mehan heqê hatin û çûnê ji mexdûran nestîne.    Li herêmên Botanê xebatên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê hatine destpêkirin bênavber didomin. Di çarçoveya piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re de li Botanê di bin sîwana Şaredariya Sîlopiyayê ya HDP’ê de alîkarî tên berhevkirin û eleqeyeke mezin a gel ji bo piştevaniyê heye. Şaredariya ku ji roja ewil heta niha bi alîkariyê dide mexdûrên erdhêjê, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re yên li navçeyê bi cih bûne, biryar da ku heqê hatin û çûne heta 6 mehan jê nestîne.    Têkildarî biryarê şaredariyê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kir: “Şaredariya me dê heta 6 mehan heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê yên li navçeya me bicih bûne nestîne. Divê mexdûrên erdhejê ji bo qerta Silopiyayê serî li navenda me ya tijekirina qertê bidin.”