Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir 2023-02-23 12:06:06   SEMSÛR – Bekîr Firat diyar kir ku ji bin kavilan 150 cenaze derxistiye û got: “Em bêxwedî mabûn. Tenê gelê me alîkariya me kir. Wekî din kes tune bû.    Bajarê bakurê Kurdistanê Semsûr ji ber karesata erdhejê wêran bûye. Tê gotin 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nav xelkê Semsûrê de ev gotin belav bûye; “Heke di dema xwe de mudaxile bihata kirin dê ewqas mirov nemirina.” Di çar rojên ewil ên erdhejê de ji bilî dilxwazan kes li Semsûrê nebû.    CENAZEYAN LI BER AGIR SEKINANDINE   Bekîr Firat (31) ê ku ji roja ewil ve li Semsûrê ye û tev li tora piştevaniyê bûye û ew şahidiya wê karesata giran dike. Firat da zanîn ku dema erdhej çê dibe ew li gundek navçeya Ardûşê ye û li gundê wan hin avahî hilweşiyane û wî dîtiye ku navend wêran bûye û rewş cidî ye demildest ji gund hatiye navendê. Firat anî ziman ku destpêkê de dilxwazên ji navçeyên Wêranşarê û Siwêregê yên Rihayê xwe gihandine Semsûrê û wiha got: “Di binê her xirbeyî de dengê hawarê dihat. Qêrîn û hawara xelkê bû. AFAD û leşker nebûn. Xelk bi derfetên xwe hewl dida birîndaran rizgar bike û cenazeyan derxe. Me bi dilxwazên ku hatin bajêr re tîmek ava kir û me di wan rojên ewil de 150 cenaze ji bin xirbeyan derxist. Dema me cenaze derdixit, torbeyê cenazeyan jî nebûn. Me wan dixist nava betaniyan. Me ewqas cenazeyan derdixst, digotin cih li nexweşxaneyê nîne û paşve dişandin. Me cenazeyan heta serê sibehê li derdora agir dihişt û disekinin.”    MIROV QERISÎNE    Firat diyar kir ku gelek kesan ji ber seqemê jiyana xwe ji dest dan û heta ji destê wan dihat dixebitîn ku xwe bigihînin cenazeyan.    AFAD LI PEY REKLAMÊ BÛ    Firat da zanîn ku xebatên lêgerînê û rizgarkirinê bi destê dilxwazan dihat kirin û di roja sêyemîn de tîmên Holandayê xwe gihandin wan. Firat anî ziman ku ew wek dilxwazan dixebitîn û tîmên AFAD’ê jî li pey reklama xwe bûn.    ‘GELÊ ME XWEDÎ LI ME DERKET’    Firat destnîşan kir ku wan 150 cenaze derxistine û got: “Dema me cenazeyê 4 zarokan derxist, pir xemgîn bûm. Me du cenaze xistin nav betaniyeyê û du cenaze jî xist kîsekî. Wê kêliyê min îdare nekir. Me dest bi girî kir. Menzara ewqas xerab bû. Em bêxwedî mabûn. Tenê gelê me alîkariya me kir. Wekî din kes tune bû.”    MA / Omer Akin