Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin! 2023-02-23 11:07:57   ÊLIH - Ji mala Ferhan Yilmaz ê di encama îşkenceya gardiyanan de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da re 14 hezar lîre pereye xwarinê hate teblîxkirin û hate xwestin ku di nava 15 rojan de vî pereyî bide.    Ji mala Ferhan Yilmaz ê di encama îşkenceya gardiyanan de di 6’ê nîsana 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da re 14 hezar lîre pereye xwarinê hate teblîxkirin. Serokatiya Daîreya Bacê ya Balikesîrê ya duh ji îkametgaha Yilmaz a li Stenbolê re teblîgat şand, xwest ku fatûreya ku weke lêçûna xwarinê ji bo girtina wî ya 3 salan hatiye birîn di nav 15 rojan de were dayin. Daîreya Bacê, ragihand ku heke pere di demê hatiye diyarkirin de neyê dayîn wê ji bo hacîzê serî li dadgehê bidin.    DI BÊWIJDANIYÊ DE SÎNOR NASNAKIN!   Kêkê Yilmaz Hîkmet Yilmaz diyar kir ku birayê xwe bi darbesteke bi xwîn û laşekî şopên îşkenceyê li ser bûn radest girtî ye û wiha got: “Xwestina pere ya bi ser vê rewşê re bêwijdanî ye. Weke hûn dizanin beriya 10 mehan birayê min Ferhan Yilmaz ê 29 salî bi lêdanê kuştin, me gelek caran anî ziman lê rêveberan gotin giştekî wisa nîne. Dema dîmen derketin holê jî zelal bû ku ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Di demekî ku hêj kezeba me dişewite de û hêsirên çavên me nasekinin de bi biryara dadgehê cezayê pere hat. Xwelî li serê we be. Bila edalet ne weke nav bila rastî jî weke wijdan hebe.”   MA / Fethî Balaman