Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê 2023-02-23 10:05:12   HATAY - Dayik û bavê Servet Bacanak di erdheja Defneyê de jiyana xwe ji dest dan. Bacanak, di nava avahiyên xesarekê mezin gihiştiyê de konek veda ye, li ber xwe dide û mêvanan jî li cihekî navê “Odeya mêvanan” lê kiriye dihewîne.     Ji ber erdhejên Mereşê, hem li navend û hem jî li navçeyên Hatayê hilweşîneke mezin çêbû. Gelemperiya avahiyên di erdhejên Mereşê de xesareke mezin gihiştibûyê, di her du erdhejên dawî yên di 20’ê sibatê de bi temamî hilweşiyan. Bi hezaran kes di bin kavilan de man û xebatên rakirina kavilan didomin. Bi erdhejê re bi hezaran kesan koçî bajarên cuda kirin. Gelemperiya welatiyên bêderfet an li konên AFAD’ê yan jî li deverên vala dimînin.    BI TENA SERÊ XWE DIJΠ   Yek ji navçeyên Hatayê ya herî zêde avahî lê hilweşiyayîn, Defne ye. Welatiyê bi navê Servet Bacanak ku li Taxa Elektrîkê dijî, di nava avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de bereqeyek çêkiriye û di wir de hewl dide jiyana xwe bidomîne. Bacanak, di erdhejê de dayika xwe ya bi navê Hayat û bavê xwe Naîm winda kir. Tevî hevjîn û zarokên xwe ji erdhejê xelas bûn. Bacanak, hevjîn û zarokên xwe şandine Mêrsînê û ji roja ewil a erdhejê heta niha li nêzî mala xwe ya xesareke mezin gihiştiyê, li qada vala ya li Kolana Nergîzê dimîne.    MALA MEXDÛRÊ ERDHEJÊ   Dema me dîmenên taxê dikişand li rastî Bacanak hatin û em vexwendin bereqeya xwe ku jê re digot “mala min.” Bacanak, got ku beriya erdhejê xurdefiroşî dikir û bereqeya ku tê de dimîne weke “Odeya mêvanan” pênase dike û dibêje ku mêvanên xwe li wir dihewîne. Bacanak, got ku konê biçûk ê li rex bereqeyê odeya wî ya razanê, devera vala mitbax e û û xwarinên xwe jî bi xwe çêdike.    Demek piştre Bacanak mala xwe ya bi rengê pirteqalî nîşanî me dide û hewl dide tiştên bi serê wî hatin bo me vebêje. Bacanak, wiha got: “Mala dayik û bavê min li jêra avahiya min bû. Hilweşiya. Cenazeyê dayika min di roja 8’an ê bavê min jî me di roja 6’an de derxist. Roja erdhejê min ber bi mala wan ve baz da. Ez qîriyam, min bang kir lê deng ji wan derneket. Birayê min jî bi dayik û bavê min re dijiya. Ew bi derfetên xwe ji bin kavilan derket. Lê dayik û bavê min nekarîn derkevin. Piştî birayê min derketî ji min re got; ‘Min fîtik lê dan lê kesekî deng neda. Min dengê te di bihîst lê te bersiva dengê min nedida.’ Roja ku bavê min ji wir hatî derxistin, birayê min jî derket. Tîmên AFAD’ê ji bo derketina birayê min digotin mucîze ye.”    TEKANE CIHÊ BIEWLE    Bi domdarî Bacanak destnîşan kir ku piştî erdhejê li gorî derfetên xwe bereqeyek çêkiriye û wiha qala wan kêliyan kir: “Ji der û dorê min çendek naylon berhev kirin û ev kon vegirt. Cîranên me di şeva ewil de li vir man. Niha tevek çûn û ez bi tenê mam.” Dema em pirsa “Gelo me ev der xetere nîne?” dikin jî wiha bersivê dide: “Li gel ku ev der xetereye jî ji deverên din biewletir e. Weke mîna li wê bulvara hanê (Bulvara Ugur Mumcu) konbajar heye. Li Taxa Orhanliyê konbajar heye. Hîmê wan deveran tevekan jî vala ye. Qet nebe binê vê derê tije ye. Lewma zemîn saxlem e. Heke avahiyên li derdora min biherifin jî ne bawerim bigihijin vê derê. Heke herifin jî ev der ji her deverê biewletir e.”    'EM LI BER XWE DIDIN’   Bacanak, da zanîn ku pêdiviyên wî ji hêla kesên xêrxwaz ve hatine pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji hêla xurekan ve pirsgirêka min tune ye. Tekane pirsgirêka min a hîjyenê heye. Av jî pir bisînor e. Mirov dixebite, bizavê dike, hewl dide, baz dide, berhev dike... Lê di 2 deqeyan de her tişt tune dibe. Erdhej tenê 2 deqeyan dom kir. Lê hemû jiyan vemirîn. Psîkolojiya zarokê min ê 15 salî piştî erdhejê serûbin bûye. Dibêje; ‘bavo ez nikarim bisekinim, ditirsim.’ Min rêyek dît û şande Mêrsînê. Li wir di wargehê de dimînin. Lê ev dê heta kengî bidome, dê çi bi vê nediyariyê bibe? Wêranî, karesateke pir mezin e. Min nekarî şîna dayik û bavê xwe jî bigirim. Dema em xemgîn dibin, jixwe şerm dikim. Hewl didin li ber xwe bidin û jiyana xwe bidomînin. Lê em ê ji vê tengasiyê jî derkevin. Bi demê re her tişt dê baş bibe. Êdî gotineke bê kirin nema ye. Bila kesek rastiya erdhejê ji serê xwe dernexîne. Bila piştevaniyê pêş bixin. Êdî tehma tu tiştekî nema ye. Tenê hewl didin bijîn.”    MA / Azad Altay - Mujdat Can