Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin 2023-02-22 16:27:32 AMED - Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan a Amedê diyar kir ku li qadên konan û kombûnê yên herêmên erdhejê ji bo sûdgirtina zêde ya zarokan li ber çavan nehatiye girtin.    Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan a Amedê ku di bin banê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê de hatiye sazkirin, têkildarî xebatên mafên zarokan ku li herêmên erdhejê kirine li Ewyana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Di civînê de xebat û çavdêriya hatiye kirin ji raya giştî re hat parvekirin. Saziyêk wek; Komeleya Lêkolînên Çandê yên ji bo Aştiyê, Komeleya Xebatên Zarokan, Komeleya Edaletê ya Ji Bo Zarokan, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê, Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê, Weqfa Alîkariya Koçberî û Mirovî, Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê, Komeleya Qada Ciwan a Lotûsê, Komeleya Wekhevî û Başkirina Xweşiyê ya Modern, Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya, Komeleya Hêviyên Rengareng, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Amedê û Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarokan rapora hevpar hat amadekirin. Endama Koordînasyonê Buşra Eylul Ozgultekîn raporê xwend.    Ozgultekîn diyar kir ku wan li qadên konan û kombûnê ji 6’ê sibatê ve bi awayek rêkûpêk serdanan kirine û piştî çavdêriyan kêmasiyên ku hatine tespîtkirin kirine rapor.    Ozgultekîn anî ziman ku xebatên ji bo zarokan kêm in û gelek tiştên ku zarok jê sûdê werbigirin kêm in û di vî warî de sûdwergirtina zêde ya zarokan li ber çavan nehatiye girtin. Ozgultekîn bal kişand ser xetereya konbajaran a ji bo zarokan û divê berî her tiştî zarok û jin bên parastin. Ozgultekîn anî ziman ku dê xebatên wan derbarê zarokan de bênavber bidomin.