Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin 2023-02-22 13:56:26 AMED - Wezareta Tenduristiyê 6 sal berê di rapora xwe ya erdhejê de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê gotibû “ji bo bikaranînê guncav nîne.” Tevî raporê jî nexweşxane hêj dixebite û vê rewşê di nava xebatkarên nexweşxaneyê de rê li ber fikaran vekiriye.    Pisporên jeolojiyê dibêjin ku îxtîmala erdhejeke li Çewlikê heye. Yek ji deverên herî nêzî Çewlikê jî navçeya Lice ya Amedê ye. Di sala 1975’an de li navçeyê bi pileya 6,6 erdhej çêbûbû û di erdhejê de 2 hezar û 385 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê 6 sal berê raporek hatibû amadekirin û hatibû gotin ku avahî bi halê heyî ji bo bikaranînê guncav nîne. Saziya Xizmetên Cemaweriyê rapora xesarê bi fîrmayeke endezyariyê ya taybet dabû amadekirin û tevî ku bi ser re demekî dirêj derbas bûye jî nexweşxane hêj jî tê bikaranîn. Di sala 2017’an de “Rapora Analîza Erdhejê” hatibû amadekirin û hatibû gotin ku divê nexweşxane neyê bikaranîn.    ‘HEWCEHÎ BI QAYÎMKIRINÊ HEYE’    Di raporê de hat destnîşankirin ku ewlehiya avahî tune ye û divê were qayîmkirin. Bi domdarî wiha tê gotin: “Di lêkolîna ewil a erdhejê de xuya bû ku stûn û beştên wê qels in û avahî saxlem nagirin. Ev tê wê wateyê ku divê avahî were qayîmkirin. Avahî li gorî krîterên parastina can nehatiye çêkirin û li gorî krîterên danezanên heyî nîne. Avahî bi halê heyî ji bo bikaranînê guncav nîne û divê were xurtkirin.”    185 KES DIXEBITIN   Piştî erdhejê jî nexweşxane hêj tê xebitandin. Li nexweşxaneyê 185 kes dixebitin û ji ber xetereya hilweşînê bifikar in. Ji bo vê jî serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê dan lê heta niha jî bersivek nehatiye dayîn. Xebatkarên nexweşxaneyê diyar kirin ku ewlehiya canê wan û ya nexweşan tune ye û dixwazin ku nexweşxane tavilê were valakirin.