Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye 2023-02-22 11:18:39   AMED - Dr. Firat Akengîn ku li polîklînîka Odeya Bijîşkan a Amedê ya li Semsûrê vekirî dixebite diyar kir ku li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinên tenduristvan û dilxwazan heye û anî ziman ku alîkariyên weke xwarin cilan divê li gorî taybetmendiyên çandinî bên şandin.    Dr. Firat Akengîn ku li revîra ji aliyê Odeya Tabîban a Amedê ve li qada 50 konî ya li navenda Semsûrê hat avakirin beşdarî xizmetên polîklînîkê bû, çavdêriyên xwe yên li bajêr vegot. Akengîn ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan e diyar kir ku rojê xizmetê didin nêzî 20 kesan, dermanên ku bi rêk û pêk nayên karê wan zehmet dike û wiha got: “Ji ber vê yekê em dikarin derman û medîkala tibî li gorî pêdiviyan peyda bikin. Di mijara dermanan de hin qanûn bên çêkirin wê karê me baştir bimeşe. Em li Semsûrê 3 hevalên bijîşk diman. Li konbajar ji bilî konê TTB’ê konê koordinasyona KESK’ê jî hebû. Me hewl da bi hevalên tenduristvan ên KESK’î xwe bigihînin gundan û li wir xizmeta tenduristiyê bidin. Qasî ku ji destê me dihat me hewl dida xwe bigihînin hemû gund û navçeyan.”   ‘PÊDIVIYAN JINAN TÊN PAŞGUHKIRIN’   Akengîn, bal kişand ku odeyên bijîşkan ên Riha û Stenbolê jî li herêmên cuda yên bajêr xizmeta tenduristiyê didin û bi lêv kir ku hejmara bijîşkên jin kêm e û di vê mijarê de welatî zehmetiyê dikişinin. Akengîn, axaftina xwe wiha domand: “Dema me li Semsûrê çavdêrî dikin di tora dilxwazan de zêdetir zilam hene. Ji ber vê yekê pêdiviyên jinan tên paşguhkirin. Pirsgirêkeke din di hejmara tenduristvanên jin ên li qadê xebatê dimeşînin de jî heye. Ji ber vê yekê mexdûrên erdhejê yên jin dibe ku şerm bikin.”   DIVÊ LI GORÎ ÇANDÊ CIL Û XWARIN BÊ ŞANDIN   Akengîn, da zanîn ku di alîkariyên li herêmên erdhejê de kêmasî çêdibin û anî ziman ku bi taybetî pêdiviya mirovîn pîr û zarokan bi cilan heye. Akengîn, bal kişand ku ku alîkariyên weke xwarin cilan divê li gorî taybetmendiyên çandinî bên şandin.    ‘DIVÊ LI QADÊ XEBATKARÊN JIN HEBIN’   Akengîn, bi bîr xist ku herî zêde jin û zarok ji erdhejê bi bandor bûne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em mijarên spesîfîk derxin pêş. Mînak mirovên pîr pîcema û atletan li xwe dikin. Heke jinek nebe jin nikarin ped, hebên kontrolê yên welîdinê, testa ducaniyê û bincilkan bixwazin. Ji ber vê yekê divê li qadê xebatkarên jin hebin. Her wiha bang li doktor û xebatkarên tenduristiyê yên li herêma erdhejê hat kirin ku di 20 'ê Sibatê de bi rêya midûriyetên tenduristiyê vegerin ser karê xwe. Gerek ev kes jî li ber çav bên girtin, ku xizmên xwe winda kirine yan jî dixwazin malbatên xwe veguhezin devera ewledar û şûna wan ji bajarên din xebatkarên tenduristiyê bên peywîrdarkirin.”