Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin 2023-02-22 09:12:36   ÎZMÎR - HDP, ku ji Ege'yê ber bi herêma erdhejê ve hemû hêza xwe seferber kiriye, ji 7'ê sibatê heya niha 31 TIR jî di nav de 51 wesayît şandine.    Erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an, li 11 bajaran bûn cihê rûxandineke mezin. Piştî erdhejan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û li hemû navçe û bajarên ku xwe lê birêxistin kiriye kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin. Li herêma egeyê jî HDP'ê hemû hêza xwe seferber kir. Bi qasî ku endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Îdîl Ûgûrlû ragihandine, HDP ji 7'ê sibatê ve ji Antalya û bajarên Egeyê 31 TIR di nav de 51 wesayît alîakrî şandiye herêma erdhejê. Her wiha bi hezaran dilxwazên HDP'ê jî li herêmê di nava xebatan de cih digirin.    Ûgûrlû bal kişand ser xebatên piştevaniyê û got ku dewlet neçûye herêma erdhejê. Ûgûrlû got: "10 bajarên me serobino bûn. Lê desthilşat li vir xuya nekir. Ne ku em dibêjin, kesên erdhej hatiye serê wan dibêjin. Mirov jis erma, ji tîna mirin. Bi hezaran jê sax bûn, lê ji ber kêmbûn ûq elsbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê mirin."    Ûgûrlû bilêv kir ku ew partiyeke ji çanda piştevaniya civakî hatine û got ku ji kêliya ku erdhej çêbûye heya niha tevgeriyane. Ûgrûlû bibîr xist ku ewilî maseyên krîzê ava kirine û li gor lazmatiyan pêdivî berhev kirine. Ûgûrlû ev tişt gotin: "Me li hin herêman navendên berhevkirinê ava kirin. Di roja duduyan a erdhejê de me dest bi şandina alîkariyan kir. Em û gelê xwe bênavber xebitîn. Cara ewil ji Egeyê alîkarî gihîştin Hatayê."    Ûrgûrlû da zanîn ku alîakrî li gor pêdiviyên sereke hatine şandin û got ku pêşî kinc, betanî û tiştên ji bo hêwirandinê şandine.    AVAKIRINA RÊYA SÊYEM   Ûgûrlû destnîşan kir ku piştî erdhejê hêza jinûve avakirinê ya gel dîtine û got: "Roja ewil a erdhejê gel li me geriya û got, 'em dikarin çi bikin, divê em çi bikin?' Li gelek cihan jî gel bi xwe hereket kir. Li vir hêza avakirina rêya sêyem derket holê.   MA / Delal Akyuz