Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana 2023-02-21 20:22:13   DÎLOK- Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, serdana malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kir. Turk got: "Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana."    Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, li taxên Altinuzum û Sûlûmagara yên navçeya Islahiye ya Dîlokê serdana kesên xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kirin. Turk got: "Em êşa gelê ji nava dil his dikin. Tiştekî bê gotin tune ye."    Di dema axaftina Turk de, welatiyekî axaftina Turk birî û got: "3 rojan kes nehat. Me nikaribû cenazeyên xwe derxista." Turk piştî axaftina welatî, axaftina xw edomand û got: "Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana. Her kes vê dibêje." Turk bibîr xist ku piştî erdhejê bi sê rojan dewlet nehatiye qadê û got: "Niah jî guhnedêriyek heye. Saziyên sivîl dixwazin alîakriyê bikin, lê tên astengkirin. Alîkariyên mirovan asteng dikin. Karesatek çêbû, lê dewlet karesateke din jî anî serê me. Em ê bi hemû derfetên xwe li cem gelê xwe bin."    Li ser gotina Turk ku got "Alîkariya ku dewlet nake, ma em ê çi qasî bikin?" welatiyekî got: "Piştgiriya manewî ya partiya we, ji ya madî biqîmettir e. Divê bi qîmeta vê bê zanîn. Pir girîng e."    Şande, piştî serdana taziyeyê ji bajêr çû.