Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin 2023-02-21 17:15:31   STENBOL - Kesê bi navê Mehmet Beyazit çû avahiya HDP'ê ya Stenbolê û êrişî endamên partiyê kir. Walîtiya Stenbolê jî derpêş kir ku derûniya êrişkar nebaş e.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Êrişkar Mehmet Beyazit ku çû rêxistina bajêr, ji endamên partiyê re got "Hûn terorîst in" û êrişî wan kir. Endamên partiyê jî êrişkar bêbandor kirin. Di vê navê de êrişkar, diyar kir ku ew li Kagithaneyê dimîne û kesên bi navê Mehmet û Ferhat ew ji Mizgefta Harmantepeyê şandine ku êrişî HDP'ê bike. HDP'Î paşê gazî polîsan kirin û êrişkar radestî wan kirin. Polîsan êrişkar birin Navenda Polîsan a Kasimpaşayê û HDP'iyan giliyê wî kir. Hat diyarkirin ku piştî îfadeya li dozgeriyê dê êrişkar sewqî dadgehê bê kirin.   DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Piştî êrişê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê derpêş kir ku bi sûcê "heqaret", "destdirêjî, destavêtin û gefxwarin" û "zirara li mal û milk" gelek qeydên êrişkar hene û li Nexweşxaneya Demargirî û Perwerdehî û Lêkolînê ya Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman a Bakirkoya Stenbolê qeyda wî heye.