Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin 2023-02-21 16:51:57   AGIRÎ - Danişîna doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku bi KHK’ê hatibû girtin Abdullah Kaya hate lidarxistin. Bi sedema kêmaniyên di dosyayê de toz hate taloqkirin.    Derheqê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Abdullah Kaya de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hate lidarxistin. Kaya, ji Edliyeya Giyadînê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Kaya jî di danişînê de amade bû. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Piştre jî Kaya parastina xwe kir. Kaya xwest ku ekîpmentên wî yên hatine desteserkirin lê bên vegerandin û daxwaza beraeta xwe kir.    Şandeya dadgehê bi sedema kêmaniyên di dosyayê de, danişîna dozê taloqî 4’ê gulanê kir.