Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin 2023-02-21 16:46:27   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku berpirsyarê yekemîn ê mirinên li herêmên erdhejê Serokkomar Erdogan e û wiha got: “Em ê vê îktîdarê têk bibin û bi hev re vî welatî jinûve ava bikin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar, di destpêkê de ji bo malbatên qurbaniyên erdheja Mereşê sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest.    Sancar bal kişand ser hewldanên ji bo astengkirina piştevaniya civakî û wiha got: “Vê desthilatdariyê piştî erdhejê tenê tiştek bi rêk û pêk kir. Ew jî astengkirina piştevaniya civakê bû. Heke di dema xwe de destwerdaneke rast ji aliyê dewletê ve li cihên erdhejê bihata kirin, dibe ku niha bi hezaran kes sax bûna.”   PIRS JI ÎKTÎDARÊ KIR   Bi domdarî Sancar ev tişt anî ziman: “Em ê dubare bipirsin. Di saetên destpêkê de yên piştî erdhejê, çima bi lez desthilatdarî neketin nava liv û tevgerê? Astengiya li pêşiya vê yekê çi bû? Derfet û kapasîteya saziyên dewletê çima nehate bikaranîn. Tîmên sivîl û fermî yên lêgerîn û rizgarkirinê çima bi lez ber bi herêmê ve nehatin veguhastin? Heke amadekariyên pêwîst hatibûna kirin, dê 4 saet têrê bikira ku biketibûna nava liv û tevgerê. Di serî de serokkomar ku erk hemû xistiye destê xwe, her kesên di asta rêveberiyê de ne çar in ku bersiva pirsê bidin. Ne tenê bersivê bidin, her wiha neçar in ku hesab jî bidin."   'BERPIRSYARÊ SEREKE ERDOGAN E’   Di berdewamê de Sancar got ku dê teqez hesabê ji berpirsyaran bipirsin û ev tişt anî ziman: “Berpirsyarê mirinan diyar e, mejiyê enqazê yê dejenerebûyî û riziyayî ye. Desthilatdarî bi xwe ye ku li ser rant, talan, derew û şer hebûna xwe dewam dike. Sazî hemû jî ji bo Serokomar û sererastkirina îmajê û parastina berjewendiyên xwe dixebitin. Saziyeke bi tenê jî ji bo mirovan naxebite. Her saziyeke dewletê, her rayedarekî li van saziyan bûne mîna xulamê li ber fermanê yê sîstema Serokkomariyê. Vê sîstemê saziyên dewletê hemû ji berpirsyariya xwe ya li hemberî gel azad kiriye. Welê li wan kiriye ku li pêşberî serokkomar xwe berpirsyar bibînin. Lewma di xeleka berpirsyariyê de serkêşê destpêkê Erdogan bi xwe ye. Dixwazim careke din dubare bikim ku çi bûye sedem ku erdhej veguhere felaketeke mezin; şêlandin, talankarî, derewîn, rantxurî, bêkontrolî, bê tedbîrî, bê planî, bê organîzeyî, bê koordîneyî, riziyayî, bêxlqaî, bêmerhemedî, bêwijdanî ye. Me ev hemû dît û hîn jî dibînin. Desthilatdariya ku ji bo erdhej veneguhere karesateke mezin koordîne nebû, di şer de di dic de koordîne dibe.   EM Ê WAN TÊK BIBIN    Ya divê were kirin, li gorî vê dema lezgîn mezinkirina xwerêveberiyê ye. Rizgariya civakî bi rêxistinî û piştevaniya civakî dibe. Bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, rabirdûya bi milyonan mirovan tune bû, paşeroja wan ji wan standin. Êdî ji bo rojeke bi tenê jî ev welat nikare xwe li vê desthilatdariyê rabigire. Divê em vê desthilatdariyê êdî bişînin. Ev yek ne tenê siyasî her wiha wezîfe û berpirsyariyeke mirovî ye.”