Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin 2023-02-21 12:59:02   MEREŞ - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn a bal kişand ku hêj li Elbistanê av tune ye, wiha got: “Jin 10 roj in nikarin serê xwe bişon û pêdiviyên xwe yên kesayetî bi cih bînin.”   Tevî ku bi ser erdhejê re 16 roj derbas bûne jî li navçeya Elbistana Mereşê, hêj jî gelek pêdiviyên bingehîn nehatin pêşwazîkirin. Kemasiya mexdûrên erdhejê ya bingehîn jî mafê tenduristiyê ye. Li bajarê ku 16 roj in av lê nîne, mexdûrên erdhejê ji paqijiyê bêpar dijîn û yên ji vê rewşê herî zêde bi bandor dibin jî jin in. Jin û ciwan nikarin pêdiviyên xwe di konan de bi cih bîin û nebûna paqijiyê rê li ber nexweşiyan vedike.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkûn a di serdanên li Elbistanê kirin de bi jin û zarokan re hate gelhev pirsgirêkên wan guhdar kirin. Coşkûn, diyar kir ku hejmara ku 924 kesan jiyana xwe ji dest daye ya walitiyê aşkere kirî nerast e, 2 hezar avahî hilweşiyan e. Coşkûn, bal kişand ku di gelek avahiyan de îbareya “hatiye kontrolkirin, vala ye” heye û wiha got: “Ev nivîs li gor çi hatine nivîsandin nayê zanîn. Li hin kavilan tiştek nehatiye nivîsîn. Rayedarên walîtiyê jî aşkere kiribû ku tenê li ser îxbara hin kesan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine kirin. Bifikirin ku du hevjînên kal ên bêkes di bin kavilan de mabin wê haya kê jê çêbibe. Wê bixebatan ev yek were fêmkirin lê niha xebat tune ne.”   ALÎKARÎ NAÇIN, YÊN DIÇIN JÎ TÊN ASTENGKIRIN    Coşkûn, anî ziman ku du roj in di nava konan de digerin û wiha berdewam kir: “Me serdana konên ku AFAD’ê piştî çend rojan vedan kir û gelek mexdûriyet dîtin. Di konên biçûk de 4 an 7 kes dimînin. Pirsgirêka xwe germkirinê hêj heye. Zarok jî li vir mexdûr dibin. Kon ne li gorî şert û mercên zivistanê ne. Mexdûrên erdhejê dan zanîn ku alîkarî ji wan re naçe, AFAD û Kizilay alîkariyên ku bi rêya tora piştevaniyê ya dilxwazan avakirî re dişînin tên astengkirin. Divê alîkarî ji her kesê re bên şandin. Li Elbistanê di şertên zivistanê yên heyî de pêdivî bi xwarin, malzemeyên paqijiyê yên jinan û dar û komirê heye. Divê ev bên pêşwazîkirin.”   ‘JIN NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIN’   Coşkûn, bal kişand ku di roja erdhejê ya 15’emîn de hêj li Elbistanê av tune ye, destnîşan kir ku mexdûrên erdhejê di nav mexdûriyetê de ne û ev tişt gotin: “Jin 10 roj in li vî bajarî nikarin serê xwe bişon û pêdiviyên xwe yên şexsî pêşwazî bikin. Heke şert neyên başkirin we li vir di nava hefteyekê de nexweşiyên şewbê dest pê bikin. Ji ber vê yekê divê demildest pêdiviyên jinan bên pêşwazîkirin.”   ‘DIVÊ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ LI HERÊMÊN ERDHEJÊ XEBATAN BIDIN DESTPÊKIRIN’   Coşkûn, anî ziman ku gelek xaniyên mirovan an hilweşiyane an jî xesareke giran dîtî ne û gelek mirovan koçî gundên xwe û bajarên din kirine. Coşkûn, da zanîn ku ji bo travma û pirsgirêkên tenduristiyê divê saziyên tenduristiyê bi hev re tevbigerin û got: “Li ser travmayên ku vê erdhejê avakirine divê ji bo jin û zarokan bilez bergirî bên girtin û li hemû herêmên erdhejê xebatek bê destpêkirin.”   ‘DEMA ALÎKARÎ TÊN BELAVKIRIN DIVÊ PÊDIVIYÊN JINAN BERÇAV BÊN GIRTIN’   Coşkûn, bi lêv kir ku divê di pêvajoya belavkirina alîkariye de ewilî pêdiviyên jinan berçav bigirin û wiha lê zêde kir: “Dema ev alîkarî tên belavkirin dive neyê ji bîr kirin ku pêdiviyên jinan ên taybet hene. Ji bo ragihandina alîkariyê divê hesasiyet bê nîşandan.”   Coşkûn herî dawî banga piştevaniyê kir û got: “Em ê vê pêvajoyê bi pira piştevaniyê ya ku me bi hatina cem gel re ava kiriye, bi ser bixînin.”